Şengal: Balafirên şer ên Emerîka DAIŞ bombarduman dikin

kurdistani 11:20 AM - 2014-09-22
Şengal: balafirên Emerîka DAIŞ bombarduman dikin

Şengal: balafirên Emerîka DAIŞ bombarduman dikin

Ji duh ve 21/9/2014 balafirên şer ên Emerîkayê baregehên DAIŞ`ê ên li sînorê qeza Şengalê bombarduman dikin û her weha şerekî giran di navbera yekîneyên parastina Şengalê û çekdarên DAIŞ de rûdaye li gor zanyariyan di wî şerî de ziyanekî zor gihêştiye çekdarên DAIŞ.

Jêderekê li yekîneyên parastina Şengalê ji PUKmedia`yê re ragihand: Ji duh ve balafirênn şer ên Emerîka bombardumana baregehên çekdarên DAIŞ ên li nêzîkî çiyayê Şengalê kirin û niha jî bombarduman berdewame. Her weha yekîneyên parastina Şengalê jî karîne zêdetir li 150 çekdarên DAIŞ bikujin.

Jêderê gotî: Balafirên şer ên Emerîka her yek li navçeyên Werdiyê û Domiz, Til Ezîz û Sêbayî Til Qeyeb bombarduman dikin û her weha Yekîneyên Parastina Şengalê jî karîne sê baregehên DAIŞ`ê control bikin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket