Wezîrê AKP yê berê: Divê PKK li derve bê biçek kirin

kurdistani 11:04 AM - 2014-09-22
Wezîrê AKP yê berê: Divê PKK li derve bê biçek kirin

Wezîrê AKP yê berê: Divê PKK li derve bê biçek kirin

Yek ji damezrênerê Partiya AKP û wezîrê derve yê Tirkiyê berê Yaşar Yakiş derbarê şerê li dijî DAIŞ û rola Kurdan div î şerî de ragihand ku, divê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li derveyî Tirkiyê bête biçek kirin bo şerê li dijî DAIŞ.

Di çavpêkeftinekê de li gel rojnameya Taraf a Tirkî de wezîrê derve yê Tirkiyê berê ya hikûmeta AKP Yaşar Akiş li ser pirsa ku di qonaxa çareseriyê ya li tirkiyê de ewê bêçekirina PKK bandore xwe çawa bê? Yakiş got: Divê PKK li nava Tirkiyê bi bê çek bin lê belê li derveyî Tirkiyê bêne bi çekkirin.

Yakiş diyar kir ku Tirkiyê dikare ji PKK`ê re bêje ku “Birayê min ez li Tirkiyê PKK`liyên biçek naxwazim. Biçe li wir şer bike lê yasaya min qebûl bike. Vê rewşê ji xwe re bike derfet.”  Yakiş got: Divê Tirkiyê di ferqa vê yekê de bê.

Wezîrê derve yê Tirkiyê berê got: Eger na Tirkiyê bêje “Ev terorîstin ji van re çekan neşînin bila evna li dijî DAIŞ şer nekin .” Tirkiyê nikare raya giştî ya cîhanî bide îqna û razî kirinê eger em vê realîteyê qebûl bikin em dikarin zêdetir rast nêzîk bibin.

PUKmedia/Taraf

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket