Rewşenbîrên Kurd: Kobanê nakeve û wê bi serkeve

kurdistani 07:59 PM - 2014-09-21
 Rewşenbîrên Kurd: Kobanê nakeve û wê bi serkeve

Rewşenbîrên Kurd: Kobanê nakeve û wê bi serkeve

Ji bo zanîna nêrîn û dîtinên rewşenbîrên Kurdî di barê rewşa Kobanê û êrişên hovane li dijî xelkê Kurd yên wê Kantonê, PUKmedia`yê nêrîna hejmarek ji rewşenbîrên Kurd weşand ew rewşenbîr ku pêkhatrine ji her yek: Rojanamevan û çavdêrî siyasî Hêmin Ebdûla, Dr. Aram Hesen wek çalakvanekî karûbarê mirovî, Elînde Ehmed wek rojnamevan û çalakvaneke, siyastevan û rewşenbîrê Kurd Luqman Mihemed û çalakvanê siyasş ji Siwîsreyê Cîger Efrînî bi me re bû.

Evê li xwerê naveroka wê rêportajê ye.


Rojnamevanê Kurd Hêmin Ebdula ku xelkê Şeqlawayê ye, di wê barê rewşa sawî ya Kobanê de ji PUKmedia`yê re got: Ne tiştekiî xerîbe ku carekî din DAİŞ li wê carê ye ku cîhan bi rêberiya Emerîkaye xwe amade dike, havbendiya tunekirina rêxistina DAİŞ bilvîne.

**Hêmin Ebdula di barê liva DAIŞê de dibêje çend pirsyar dikevin serê mirovan û mirov dikare bipirse û wiha got: Li vir,  çend pirsek derdekeve hole: Gelo armanc li wî da çiye?  Kî vê carê piştgiriya DAİŞê dike? Bi dîtina min, DAİŞ dixwaze bi wî kiriyeê xwe ser Kobanê, peyamekî bide Cîhan ê û bêje ez hin ser xwe me, dikar im hisabê we xirap bikem.

Ebdula dide xuyakirin ku armanca rêxistina DAIŞê ji bo cîgeheke taybet li ber sînorê Tirkiyê bê avakirin û bi vê awayî nêrîna xwe anî ser ziman: DAİŞ dixwaze be wê hêrşê re, ji ber çêkirine herêmeke Tampon ji aliye Tirkiye ve xweş bike. Çunku eger Kobane ket deste DAİŞê, wê demê Tirkiye hicet wê bo çêkirine wê herêmê tampon ku armanc têda cudahkirine parçeyeên Kurdüstanê ji hevdu jêra peyda dibe.

Rojnamevanê Kurd di barê yekrêziya aliyên Kurd û name wergirtin ji van êrişên DAIŞê wiha pê de çû: Ji ber siya ew çend peyvên li jur, mesele berperç dayine DAİŞê, ne tene mesele YPG û PYD`ê ye ku haya, îro wisa dehat gotin.
 Metrsiya li ser Kobanê ji mera dibeje ku gereke hemû partiyên siyasi ya Kurdî, be taybetî ew partiyên di nav İtilafe opozisiyona Sûryeye helwestekî Kurdewarî nîşan bidin û hewil bidin meseleye Kobanê wek ji Şangale bibite meseleyekî newdewlatî.

Ji wi zêdetir gereke Herema Kurdistane piştgiriya xwe ya Maddî û Manewî ji bo Rojawa û Kobanê nişan bide. Disan Rewşenbîrên Kurdan, gereke xwe bikin xwedanê Kobanê, ew jî bi daketine ser cadan li her derê. Eger wisa be ew e DAİŞê bişke.

**Di derbarê rewşa Kobanê û êrişên DAIŞê li dijî xelkên sivîl li kantona Kobanê Dr. Aram Hesen Gava em li rewşa Rojava bi giştî û Kobanê bi taybetî biner in û şerê hebûn û nemanê ê gelê me beramberê DAIŞê dike merov baş fam dike çima ev êrişa DAIŞê a hovane pêk tên.

Berî demekê kin Hevgirtina oposîtsiona Sûrî " îtîlaf" daxuyan ku hêza kurda roj bi roj xurt dibe û dixwazin herêma Rojava azad bikin
Ev êrişê DAIŞê li dijî hebûn û tinebûna miletê kurd e û li dijî hemû Kurdstanê ye..
pêwiste em kurd beranbar Daiş û îtşaf rawestin û kijan kurdê gu nikaribe beramberê wan rawest divê pişta wan negre.
Ev şer, wê hîn demekê dirêj bike û gelek listok û dehef xefik wê li ber me bêne vedan, divê em şiyar bin û yek armanc û yek dest bin.

**Elînde Ehmed wek rojnamevan û çalakvaneke derbarê civaka sivîl de dixebite ji PUKmedia`yê re nêrîna xwe anî ser ziman: Vê qonaxê dîrokî de, ji hemû aliyan tê xwestin ku helwesta xwe zelal bikin bi taybet rewşenbîrên kurd.
Ji ber ku rewş metirsîdare û divê em yekrêz li djî van êrîşan bisekinin, ji bo Kobanî ne be Şengaleke din.

Rojnamevana Kurd di barê rola YPGê di berxwedanî û parastina Kobanê de aşkire kir: Di vê bangewaziya xelkê Kobanî bi biriyareke welatparêzî bê girtin yê girîng dive helwesta me eşkere be ji ber ku xwiya ye kî dikare Kobanî biparêze û diparêze. ji me tê xwestin em piştgiriya YPG`ê  û YPJ`ê  û xelkê Kobanê bikin û em xwedî li berxwedana wan derkevin. Her weha di rojên pêş de, gavên erênî ji hemû hêzên kurd yên sereke tê nxwestin.

**Şêrwan Yûsiv rojnamevan û çavdêrê siyasî û endamê damezrênerê Kongireya yekemîn ya Ciwanên Kurdistanê di barê rewşa dawî ya li Kobanê de wiha nêrîna xwe anî ser ziman: Êrîşên ku di 15`ê vê mehê li Kobanê ji nû ve dest pê kirine bi biryareke Tirkiye li dijî projeya Xweseriya Demoqratîk û hebûna kurd e û ya herî balkêş di van êrîşan de hevkariya tirkan a rasterast bi DAIŞ`ê re ye, çi ji derbaskirina çekdaran û çi jî derbaskirina cebilxaneyan.

Mirov diakre bibêje ku ev êrîş jî derfeta dawîn a ku li pêş tirkan maye ku projeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê têk bibe, ji lew re bi hemû hêza xwe ketiye nav de, bi taybet jî piştî ku hevalbenda navnetewî çêbû û ne li gorî dilê tirkiyeyê bû ûji bo ku Tirkiye hevalbendiya xwe bi Emerîka re xerab neke bi nave avakirina herêmeke tempon ketiye nava êrîşan de û dixwaze Kobanê dagir bike. Her wiha ev êrîşên ku bi hevkariya Tirk û DAIŞ`ê li ser Kobanê pêk tên, weke bersivekê ji hevalbendiya navnetewî ya lewazkirina DAIŞ`ê ye ji ber ku li gorî Tirkan lewazkirina DAIŞ`ê hîna zû ye, ji ber ku negihiştiye armanca xwe, ew jî têkbirina projeya Kurdan e, nexwe derveyî vê armancê çima wê Tirkiye piştgiriya DAIŞ`ê bike yan jî lewaz bike !

Lê di barê pirsyareke PUKmedia`yê de ku gelo di derbarê helwesta Îtîlafê û ENKS hûn çi dibêjin? Yûsiv agot: Bi kurt û kurmancî mirov dikare bêje Îtîlaf rûyê DAIŞ`ê yê siyasî ye, çima? Daxuyaniyên wan ên herî dawîn di derbarê Til Hemîsê de nîşana wê yekê ne. û her wiha daxuyaniya wê ya dawî di derbarê vekirina sînorê Tirkiyeyê li pêş miletê Kobanê qaşo xwe alîgirên milet dibînin, ev daxuyaniya wan gava duyemîn ji êrîşên DAIŞ`ê biser Kobanê de ne ji ku Kobanê ji sivîlan vala bikin, DAIŞ çekên xwe yên herî giran bikar bîne û pişt re Tirkiye were herêma xwe ya tampon ava bike û Kobanê dagir bikin. Îtîlaf bi destên derve çêbûye û wek me got çawa Tirk niha DAIŞ`ê aliyê cebilxane û çeteyan ve xurt dikin û li gorî berjewendiyên xwe araste dikin, ji aliyê siyasî ve jî Îtîlava ku di hemêza xwe de jî wisa dixin Tevgerê.

**Her weha çalakvanê siyasî Cîger Efrînî di wê bare de, dibêje Kobanê rûmeta Kurdan e û ev êrişên li dijî Kobanê û ser rûmeta hemû Kurdan e. Her kes dizane ku le Sûriye hêza YPG xwedan xeta siyemîne ku ev sêy salin bi şîwazekîi serkeftî damezrandina xwseriya demokratik pêk tîne.

Efrînî di berdewamkirina nêrîna xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re got: Dewletên wek Tirkiye û hevalên wê naxwazin xeta xweseriya demokratîk bi serkeve û bibe modêla damokratîk li hemû Rojhilata Navîn . Ji ber vê yekê îroj dewleta tirk destekê dide komên  çeta takoêrişî bo ser deskeftiyên Kurdan bikin.

**Her weha siyastevan û rewşenbîrê Kurd Luqman Mihemed endamekî dêrîn yê bizava rizgariya netewî ya Kurdistanê bû, demeke dirêj di zîndana rêjîma Sûriyê de ma û gelek eşkence û lêdan dîtiye û ji ber rewşa ewlehiya xwe di serdema desthilatra rêjîma Sûriyê de, berê xwe dabû welatên Ewropayê û niha li derveyî welat dijî. Lê ji bo rewşa dawî ya Kobanê me xwest nêrîna wî siyasetmedarî guhdar bikin û bi vê awayî ji PUKmedia`yê re axiv û got: Bê guman piştî ku van çetan çekên rejîma Sûrî girtin ji barageha 93 - 17 û firokgeha Tebqa girtin û di êrîşê xwe yê li Cezaa têkçûn û di operasiona şoreşgerî ya li Tel Hemîsê de wendahîyên mezin dan, ev grupê tunderew ji alî derûnî ve şikestinek jiyan bûn, dixwestin bi êrîşek weha careke din hêzê xwe bidin nîşandan. Nemaze ev êrîş di demekê de pêk tê ku hêzên cîhanê- bi pêşengtiya Dewletên yekîtiya emrikî USA û hin Dewletên Europî - dixwazin ku bi êrîşên ezmanî û destekdayinên çekên modern bidin hêzên bejahî yên oposisionê li Sûrî, vê rêxistina çetan tune bikin. Lê yekane hêzên bejahî ku karibûn li dijî êrîşê çetan raweste û ziyana bide wan hêzên YPG bûn. Lewre jî hin grupên bi ser artêşa azad ve - yên li hember çetên daiş nikaribûn xwe biparêzin - bi hêzên kurdî re ketin nava hevpeymanê li dijî daiş. Bê guman ev rewşa navnetewî ne li gor berjewediyê dewleta Tirkiye û ne jî li gorî daxwaze Êtîlafa oposisiona Sûrî ye.

Luqman Mihemd di barê alîkariya Tirkiyê de ji DAIŞê re, wî welatî bi destekdana DAIŞê tawanbar dike û hinek tiştên zirav li ser Tirkiyê û DAIŞê dibêje û wiha anî ser ziman: Tirkî tevlî tevahî civînên hêzên navnetewî yên amadetiya êrîşên leşkerî li dijî daiş ê dikirin bû. Lê Tirkî biryara ne tevlîbûna êrîşên li dijî daiş da. Ev heman helwesta Tirkiye bû dema çeteyên daiş êrîşî ser Şengalê kirin û dewleta Tirk alîkarîya çekan ne dan pêşmergan. Yanê Tirkiye bi helwesta xwe dijîtiya xwe ji gelê kurd re da xuyakirin. Lê di vê êrîşa dawî ya çetan ser kantona kobanî bi eşkere cih girt û alîkarîya leşkerî da grupê çetan. Lewre jì li hember vê alîkarîyê çetan "girtiyên" tirk yên li cem xwe dan berdan.
Êtîlafa Sûrî ji xwe bê vîne û ti bandoriya xwe li ser erdê nîne, heta mirov dikare bêje ku ew baska siyasî yê daiş ê ye. Lewre jî ti hêvîya mirov jê nake.
Lê yê ku êrîşê hêzên çetan têkşandiye hêza yekîtiya gelê kurd û şervanên YPG ne û vîna mirove. Ji ber vê yekê divê ku tevahiya gelê kurd bi rêxistinên xwe yên siyasî û bi pênûsa rewşenbîrên azad ve li dijî êrîşê çeteyên daiş rawestin, hêzên Kurdistanî jî bi çekan û bi diplomasiya navnetewî ve alîkarîya Kobanî bê kirin.

Rêportaj: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket