Xerîb Hiso ji PUKmedia`yê re: Efserên Tirk şerê DAIŞê li Kobanê birêve dibin

kurdistani 10:06 AM - 2014-09-19
Xerîb Hiso Nûnerê Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê

Xerîb Hiso Nûnerê Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê

Di hevpeyvîneke taybet ya Malpera PUKmedia`yê bi nûnerê hikûmeta Xweseriya Demokratî ya Rojavayê Kurdistanê bi rêzdar Xerîb Hiso re, Hûn dikarin li ser rewşa dawî ya Kobanê û metirsiyên heyî û rola hêzên navnetewî û dijmantiya Îtîlafa Sûrî û endamên wê yên Kurd û bêdengiya wan hem li hemberî kaerseta Şengal û hem yê Kobanê, şiroveyên nû yên nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xerîb Hiso guhdar bikin.

Xerîb Hiso  ji PUKmedia`yê ragihand ku îro Kobanê banga her kurdekî bi rûmet dike tako alîkariyê xelkê wê ji destê hovan bike û roj roja helwesta netewî ye.

Hiso di barê Encûmena Neçîştimanî û bêdengiya wan li hemberî êrişên DAIŞê li dijî xelkên sivbîl yên gundên Kobaniyê got: Encûmena Nîştimanî ya Kurdî di cewherê xwe de nemayî û ne netewî ye jî û heya li hemberî komkujiya Şengalê jî her bê deng bûn.

Her weha li ser nêzîetiyên Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî jî ku bi riya siyasî piştgiriya li DAIŞê dike e, wiha anî ser ziman: Îtîlafa Nîştmanî ya Sûrî wek aliyê siyasî ji DAIŞê re karê siyasî û dîplomasî ji DAIŞê re dikin û ti peywendiya wan bi opozisyona Sûrî re nîne.

Di dawiyê de Hiso bang li hemû gelê Kurd yê her çar perçeyên Kurdistanê kir ku xwedî li Kobanê derkevin.

Hûn dikarin zêdetir bi riya vê linke guhdarî hevpeyvînê bikin.

Hevpeyvîn: Hozan Efrînî

PUKmedia

.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket