Mohra bi ser dibistana Kurdî de hatibû danîn hate şikandin

kurdistani 06:12 PM - 2014-09-17
Mohra bi ser dibistan kurdî hatibû danîn hate şikandin

Mohra bi ser dibistan kurdî hatibû danîn hate şikandin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakûrê kurdistanê li navçeya Cizîrê dibistana seretayî ya Kurdî  (Birîvan) a roja yekûemê hate vekirin, roja sêşemê ji aliyê welaytiya Sirnexê be hate mohur kirin, îro mohr hate şikandin û xwendekar berê xwe dan dibistanê û dest bi xwendinê kirin. 

Roja yekşemê li navçeya Cizîrê ya Bakûrê Kurdistanê dibistana seretayî ya bi navê Birîvan hate vekirin û nêzî 100 xwendekarî lê hatine tomar kirin û bi merasîmekê ku nêzî 2000 kes beşdarê bûnê hate vekirin, dibistan roja sêşemê sibehê bi biryara walîtiya Şirnexê hate mohr kirin û ligel vê yekê tableya dibistanê jî hate rakirin.

Dibistana ku duh hate girtin îro bi demjimêrên sibê re mohra li ser hatî danîn hate rakirin û deriyên xwe ji xwendekaran re vekir, xwendekar bi cilên xwe yên dibistanê hatin û mamosteyan defter û qlem û jêbir bi ser xwendekarên zarok de belav kirin û ders dan xwendekaran, berpirsên dibistanê ji aliyê  xwe ve ragihandin ku ji vir û pêve dê her roj bêne dibistanê û ders bidine zarokan.

PUKmedia / DHA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket