Almanya: Rewşa jinên di destê DAIŞ de hate nîqaş kirin

kurdistani 06:07 PM - 2014-09-17
Almanya: Rewşa jinên di destê DAIŞ de hate nîqaş kirin

Almanya: Rewşa jinên di destê DAIŞ de hate nîqaş kirin

Li ser bangehêşta fermî ya rêxistina (Konrad Adenauer Stiftung) a Almanî bi rêya rêxistina jinên xwedî şiyan ên Kurdistanê, grupek ji jinên Kurdistanê bi mebesta bicîhannasandina tawana komkujî û destdirêjkirin û kolekirina jinên Êzîdî û xiristiyan ji aliyê grupa terorîstî ya DAIŞ li Musilê û Şengalê.

Her weha di civînekê de li gel parlemanê Dosldorf, doza wan jinan xistine rojevê û li gel parrlemana Almanya jî ev pirse gotûbêj kirine û ji aliyê Almanya ve gelekî bi germî pêşwazî li wê babetê hatiye kirin.

Grupa jinên Kurdistanê piştre bi rêya parlemana Almanya yadeştnameyek arasteyî rawêjkara Almanya Encîla mêrkil kirine û daxwaz jê kirine ku hewlên cidî bo rizgarkirina jinên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin bidin.

Li dirêjahiya serdana xwe de grupa jinan a Kurdistanê li gel berpirsê dosya Êraqê li wezareta derve ya Almanyayê civiyane û bi hûrî behsa rewşa penaberên Şengalê û bi taybetî pira jinên hatine revandin kirine.

Ji aliyê xwe ve berpirsê dosya Êraqê li wezareta derve ya Almanyayê ragihaniye ku wan lijneyek mafê mirovan amade kiriye taku bidûvçûnê li wê pirsa giring bike û li Kurdistanê zanyarî û dokomêntan li ser tawana DAIŞ kom bikine.

PUKmedia/Dilêr Îbrahîm - Hewlêr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket