Piştî hêzên navnetewî nêzîkî YPG`ê dibin, Îtîlafa Sûrî YPG`ê bi komkujiyan tawanbar kir
kurdistani 12:39 PM - 2014-09-17Hecî Efrînî
Li ser daxuyaniya Itîlafa Sûrî û tawanên ku dixin pal hêzên YPGê, bê guman Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê weku hêzeke netewî û nîştimanî, li Rojayê Kurdistanê hatiye avakirin, heya roja îro armanca wê hêzê ew`e parastina Rojavayê Kurdistanê bû, û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurditanê, ji êrişên rêjîma Sûriyê û hemû rêxstinên tundrew, ev yek, jî bi gelek belge hatî piştrast kirin û em dikarin bêjin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belkû ev hêz li tevayî Kurdistanê diyar kir ku amadeye parastina hemû xelk û xaka Kurdistanê bike li çar perçeyên Kurdistanê.
Ji ber wê yekê, yek jî bi mudexelekirina YPG`ê di herêma Şengalê re wek nimûne, ji bo parastina Kurdên Êzîdî, piştî vekşîna pêşmerge ji wê navçeyê, hate çespandin ku YPG`ê karî bi dehezaran ji Kurdên Êzîdî ji komkujiyên DAIŞê rizgar bike, ev jî tê wê wateyê ku ev hêz ji bo parastina nirxên mirovatiyê kar û xebat dike.
Li bermerê vê yekê jî gelek hêzên nevdewletî û herêmî çi dewlet bin yan kesayetî bin ev yek bi helwesteke erênî nas kirin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ev daxuyaniya Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ku têde YPG`ê bi komkujiyê li dijî Erebên Til Hemîsê tewanbarkiriye, bê bingehe û ji rastiyê dûrin, û ji ber ku hêzên navnetewî di vê demê de xwe nêzîkî YPG`ê, dikin Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî YPG`ê bi van tewanbariyê bê bingh tewanbar dike.
ji ber ku YPG`ê weku hêzeke bi rêxistin û mezin a çekdarî çi li Sûriyê be yan li Rojavayê Kurdistanê be xwe îsbat kir.
YPG`ê jî pêştir çekdarên DAIŞê bi encamdana komkujê li gundên Til Hemîsê tawanbar kiribû, Her wiha fermandariya giştî ya YPG`ê li beremberî van tewanbariyan da xuyaniyek da û têde eşkere kir ku rêxistina terrorê DAIŞ ji bo ku têkçûna xwe li hemberî hêzên YPG`ê veşêre, sivîlan weku mertal bikar tîne çi jin bin yan zarok bin û komkujijyan bi ser xelkê Til Hemîs û xelkê deverê de dike, û kiriyarên xwe davêje sûkra YPG`ê, ev yek jî , îsbat dike ku da xuyaniya Îtîlafê û helwesta rêxsitina terorê DAIŞ weku hevin.
Ji bo vê yekê da xuyaniya pevdarê Yekîneyên Parastina Gel di vê warî de rastin ya têde goti bû, eger çi belege yan dicomenter hebin ku têde îsbat heye ku YPG`ê li dijî xelkê sivîl komkujî kiriye bila pêşkêş bikin.
Ez careke din dubare dikim ku Yekîneyên Parastina Gel hêzeke bergirî li nirxên mirovatiyê dike û parastina Kurd û Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê erkeke xwe ya mirovî û nîştimanî dibîne.
Nivîskar: Hecî Efrînî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25