Xwendekarên Kurd sîstema perwerdeya Tirk boykot dikin
kurdistani 12:17 PM - 2014-09-15Xwendekarên Kurd sîstema perwerdeya Tirk boykot dikin
Li Tirkiyeyê sala nû ya perwerde û hîndekariyê îro destpê dike. Xwendekarên Kurd, wê ji bo şermezarkirina sîstema perwerdeyê ya Tirk a nîjadperest, hefteyekê neçin dibistanan. Di nava vê hefteya boykotê de, bi armanca bal kişandina ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê, wê gelek çalakî bên lidarxistin.
Li Tirkiyeyê, sala nû ya perwerde û hîndekariyê, bi boykota xwendekarên Kurd destpê dike. Sîstema perwerdeya nîjadperest a Tirk ku bi qasî dîroka komarê kevn e, îsal jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li ser Kurdan tê ferzkirin. Însiyatîfên Xwendekarên Kurd ên li dijî vêk etin nava nevgerê, wê li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hefteyekê neçin dibistanan. Li gel boykotê, xwendekarên Kurd wê ji bo mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bixin rojevê, çalakî û konferansan lidar bixin.
Lê belê bala her kesî wê ne tenê li boykota dibistanan be, di heman demê de wê li dibistanên li Cizîr, Amed û Geverê yên bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide, bala civakê dikşînin. Dibistanên li van sê herêmên pîlot tên vekirin, wê gav bi gav li gelemperiya Kurdistanê bên belavkirin.
Bi pêşengiya Kurdî-Der, TZPK Kurdî, Egîtîm Senê wê li Amedê dibistana Ferzad Kemanger, li Cizîr û Geverê dibistanên Dayika Uweyş bi merasîmên girseyî bi zimanê dayikê bêjin 'merheba'. Her sê dibistan ji aliyê AKP'ê ve weke li derveyî qanûnan hat îlankirin, lê belê tevî qedexeyên AKP'ê jî wê xebatên perwerdeyê yên li van dibistanan destpê bikin.
PUKmedia/ANF
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25