Yekem jina Êraqî ku nasnameya şêxa eşîretê werdigre

kurdistani 03:34 PM - 2014-09-11
Yekemîn jina Êraqî nasnameya şêxa eşîretê werdigre

Yekemîn jina Êraqî nasnameya şêxa eşîretê werdigre

Birêvebertiya karûbarên eşîretên Êraqî duh roja çarşemê ragihand ku wan rêzigirtin nasnameya şêxên eşîretê dane bi jina êraqî a bi navê (Umeya Cebare). Her weha birêveberiyê diyar kir ku Cebare yekemîn jine di dîroka Êraqê de ku nasnameya rêzgirtinê bo rola wê a li dijî terorê hatiye pêşkêş kirinê.

Lîwa Marid Hesun, birêvebirê karûbarê eşîretan ji sumeriye newsê re ragihand: Wan weku rêzgirtin ew nasname pêşkêşî bi şehîd Umeye Cebare kirin.

Hesun da zanîn ku Umeye Cebare yekemîn jine di dîroka êraqê de ku ev nasname pê tê dayîn ew jî weku rêzgirtine bo rola wê ya qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ bûye.

Hêjayî gotinê ye ku,( Umeye Cebare) rawêjkara parêzgarê Selahedîn bo karûbarê jin û çavdêriya civakî  bûye di 22/6/2014 di şerê li dijî rêxistina DAIŞ de li bajaroka Elem li rojhilata Tikrîtê şehîd bibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket