Rêxistina ICMP hewla nasandina jenosîda Êzîdiyan dide

kurdistani 06:25 PM - 2014-09-03
Rêxistina ICMP hewla nasandina jenosîda Êzîdiyan dide

Rêxistina ICMP hewla nasandina jenosîda Êzîdiyan dide

Wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmud Hacî Salih pêşwazî li berpirsê buroya Êtraqê ya rêxistina ICMP a navdewletî Din Kin kir.

Di hevdîtinê de wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiriyan da diyar kir ku lijneya bilind a nasandina jenosîda Êzîdiyan û pêkhateyên netewî û olî ên dinê dest bikarê xwe kiriye daku ev tawanên mezin li ser astê navdewletî ku rêxistina terorê a DAIŞ bi ser pêkhateyên netewî û olî encam daye bidin nasandinê.

Mehmud Hacî Salih daxwaz ji rêxistina navdewletî ICMP kir bku hevkariya wan bikin bo komkirina belge û girtina rêyek guncaw bo gîhandina dosya taybet ya vê karesatê bi dadgeha bilind a tawanên navdewletî.

Ji aliyê xwe ve Din Kin amadebûna rêxistinê bo hevkariya teknîkî û dokomenterî bo belgeyan nîşan da. Her weha berpirsê buroya Êtraqê ya rêxistina ICMP got: Di heftiya bê de li Londonê weku rêxistina wan beşdarî li civînên asta bilind dikin û ewê daxwaz bikin ku hevkariya herêma Kurdistanê bikin û daxwaziyên lijneya hikûmeta herêmê dê bixe ber destê beşdarvanên civînê.

Din Kin, amadebûna ICMP nîşan da ku bo hemû hevkariyekê bo nasandina jenosîda  wê karesatê û dê pêşkêşî aliyên ku pêwendiyên wan bi dadgeha bilind a tawana navdewletî heye bikin.

PUKmedia/Fuad Osman

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket