Yê ku bîra rewşê dibe--Çiya Mazî

kurdistani 07:42 PM - 2014-09-01
Yê ku bîra rewşê dibe-Çiya Mazî

Yê ku bîra rewşê dibe-Çiya Mazî

Heta niha pir kesan li ser rewşenbîriyê an rewşenbîran nivîs nivîsandine, min jî got bila çend têbiniyên min jî hebin di wê gola gotinê de û ez jî tiştên ku di hişê min re carinan derbas dibin bibêjim. Mijar rewşenbîr e tabî. Bi sedan caran tê gotin û bilêvkirin û mezinkirin 'rewşenbîr' !. Lê nizanim ev rewşenbîr çi ye? Li ku ye û çi kes e? Gelo çend destên wî, çend çavê wî û ya herî giring çend serê wî yî biaqil heye? Heke tenê yê ku bîra rewşê dibe ye, wê demê gellek kes û siyasetmedar bîra rewşê dibin. Ya girîng û ecêb ku mirov bîra rewşê bibe û mirov yekî di hişê xwe de bike rewşenbîr û jê axaftinan, helwestan û bertekan bixwaze. Gellek kes pala xwe didin paldankê û dibêjin rewşenbîr û hey rewşenbîr. Ew kes dibêjin qey rewşenbîr çiye gelo? Ango difikire ku tiştê rewşenbîr dike ew qet nikare bike? Hay ji hinekan heye ku rewşenbîr dikare her tiştî biafirîne. Sêrbaz in, bê çi nin.

Heke rewşenbîr mirovê azad be û heke ew bawer dikin ku rewşenbîr bi gellek tiştan zane, wê demê zane dê çi wextê bersivan û bertekan jî nîşan bide. Belê heke rewşenbîr be,  ji xwe bîra rewşê dibe, haya wî ji rewşê heye, dizane çi dibe, çi nabe. Zane ku tiştê diqewime rast e an ne rast e, bi sûde ye an bê sûde ye, ji kê û kîjan girseyê re bi sûde ye an jî metirsîdar e. Bêdeng be jî ji bo tiştekî bêdeng e. Ji tirsa bêdeng be jî ji bo tiştekî ye û wateya wê heye. Ku bi qêrîn be û hawarê bike, ji xwe ji bo tiştekî ye û dixwaze bide fêmkirin. Ku rewşenbîr be wisa ye û ne hewceye ku tu jê re bibêjî "çima tu wisa nakî, çima tu wisa dikî an jî divê tu wisa bikî, wisa nekî".

Ku ne rewşenbîr be ji xwe ne hewceye ku tu jê re bibêjî "rewşenbîr". Ku bi cîh tu zanibî ku ew ê tu jê re dibêjî 'rewşenbîr' nizane rewşê rave bike, wê demê jê re nebêje rewşenbîr, ne hewce ye. Lê ku tu bawer dikî bi zaneyî rave nake an bertekê nîşan nade, wê demê jî ne hewceye ku tu rabe dersê bide rewşenbîr.

Heke tu bawer dikî ew nezan e û ne rewşenbîr e, wê demê tu jê zanetir î û hema tu mijarê rave bike-bibêje ji dêleva wî.

Ku tu zanibî ew ne rewşenbîr be û dîsa tu bixwaze dersê bidêyê, wê demê tu dixwazî xwe di ser wî re bigire û bibêje ez ji te zanetir im. Esil ez im rewşenbîr.

Ku tu naxwazî tevlî karê reşenbîriyê bibî, tu çi dixwazî bibêje, bibêje û here, ew dê cihê xwe bibîne. Ne hewceye ku hinek ji dêleva te bibêje. Netirse bibêje.  Ji bîr neke rewşenbîr yê ku bîra rewşê dibe ye.

Her kesê ku bîra rewşê dibe ew e faqtorê guherandin û çaredîtine ji pirsgirêkên civakê re. Ne hewceye ku mirov hinekan li ser serê xwe wekî rewşenbîr mezin bike. Ma qey dema berî ronesansa Ewropa ye ku mirovên elît hebin û mafê axaftin tenê yê wan, yê arîstokratan, yê rahîban be û ew tenê karibin binivîsin, karibin bibin xwedî peyv û biryar. Na. Êdî herkes û her ferd dikare tevlî çareserkirina pirsgirêkên civakê bibin û bi dengê bilind fikrên xwe bînin zimên. Gellek kesên ku dibêjin em rewşenbîr in û hunermend an nivîskarin jî dibe ku nizanibin rewşa civakê rawe bikin û dibe ku haya wî ji civaka wî tune be û dibe ku ne di nava civaka xwe de be jî û nizanibe civaka wî çawa mezin dibe dilive û bi giyan dibe. Yê ku navdar be ew tiştekî din e, ne rewşenbîrî ye, ji xwe ew pir kêm rewşa civaka xwe zane. Ew navdarbûn bi her awayî dikere were, bandor jî çê dibe hilbet, lê bi çalakiyekê wan ku hinekî din ji wan re pêşniyar bike. Bi şovekê, bi tiştekî ne li rê, bi êrişek peyvavêtinê jî carinen kes dikarin navdar bibin, ew jî heye.

 Û tiştekî din jî heye; hay ji hinekan heye ku nivîskarî û rewşenbîrî tê heman wateyê. Wê demê siyasetmedar ne rewşenbîr e gelo? An bîra rewşê nabin qey? Dibe ku nivîskarekî çîrokê an helbestê an jî nivîskarê romanê haya wî qet ji hin tevgerên di nava civakê de tunebe jî.
Heke yê ku bîra rewşê dibe rewşenbîr be, wê demê siyasetmedar ji herkesî bêhtir dibe ku bîra rewşa civakê zanibe. Ji ber ku yê xwe ji bo rêvebirina civakê amade kiriye û bi rê ve dibe û di nava civakê bi xwe de ye, siyasetmedar e. nivîskar an wêjevan bi afirandına berhema xwe alikariyê dide dilxweşî û pêşketina civakê lê dibe ku nivîskar ji civakê bi dûr be û giyanê civakê, tevgera civakê, rêxistina civakê û birêvebirina civakê bi qasî siyasetmedarî nizanibe. Wê demê ma dikare li ser siyasetmedarî ferz bike ku bi ya wî bike? û tew nivîsakrekî ku bibêje ez rewşenbîr im û bi hezaran km yî ji civaka ku jê dûr e rexne dike û yê ku wê civakê bi rê ve dibe rexne dike, ev çiqasî rast e? Wê demê him xwe di ser siyasetmedar digire him xwe di ser civakê re digire û ya xwe li ser civakê û siyasetmedarî ferz dike. Heke ji bilî pêşniyazê û derbirîna fikirê, ferzkirin be, tu ferqa vêya ji despotiyê tuneye bi ya min. 

Hay ji hinekan heye jî ku ewê ku bi rewşenbîrî bi nav dike nêzî partiya wî be an dilxwazê partiya wî be, ew rewşenbîr e, yê ku li dijî partiya wî be an jî partiya wî rexne bike ew ne rewşenbîr e û qet nikare bibe rewşenbîr. Gellek caran ku ew rewşenbîrê ku ew jê hez nake ji qenciya partiya wî daxuyaniyekê bide dibe rewşenbîr, lê ku rojek din tiştekî li tela wî û partiya wî keve bibêje, dîsa rewşenbîriyê winda dike mixabin. Ango nişana rewşenbîriyê di destê hinekan de ye û hey mirovan nişan dike bi awayê rewşenbîr û ne rewşenbîr.

Heke rewşenbîrekî nivîskar li nava civakek dûrî civaka xwe be û bi edeba wê civaka di nav de edeba xwe girtibe an jî wê edebê wekî rastî û başiyê bibîne û wê li ser edeba civaka xwe ya ku jê hatiye, li ser çanda civaka xwe ya binyadî ferz bike jî tiştine din derdikeve holê.

Dibe ku yek edeba welatekî an neteweke derî civaka xwe û netewa xwe biecibîne û heyranê wê be jî, herwiha heyranê siyaseta wê bicihkirina demokrasiya wê û çanda wê be jî. Lê rastiya her civakê, tahma jiyana her civakê ne wekî hev in û pêkanîn û birêvebirina her civakê û bicîhkirin û sepana demokrasiyê ya her civakê ne wekî hev in. Ji ber ku zanîn, kevneşop, çand-folklor, erdnîgarî, hewa, ba û barana her ciwakê ne wekî hev in. Ku mirov dengên ji ber dîwaran, ji qahwexaneyan û kuçeyan nebihîze, li nava bajar û gundên wî welatî wê civakê negere, ku mirov nêrîn, lîrandin, awaz, girî di cîh de nebîne û li ser wê axê ji mirovên bi wê axê ve girêdayî nebihîze mirov çawa dê melodiya wî welatî, daxwazên wî welatî û mirovên li wî welatî baş fêm bike.

Pêvejoya axaftinan û biryaran çawa dimeşe, çawa pistepist dibin deng, deng dibin awaz û qêrîn û hawar dibin biryar, mirov zanibe, wê demê mirov dê zanibe ku nebaşî û başî çawa tên holê û xeletî û xweşikî çawa xwe li ser wê axê bi cîh dikin û mirov dê li gor wê tevbigere. Ku mirov dûr be başî û nebaşiya ji wê axa wî welatî dibêje tep û dikeve ber mirov. Baş an nebaş, bûyerên xweş an nexweş bi careke nedîtî li ber mirov zîl didin. mirov qet nizane çawa hatiye holê.

Bi rûdana wan bûyeran re mirov dû re texmînan rêz dike, senaryoyan dihûne, lê wan jî li gor wî welatê biyan ku em lê ne, rêz dikin, ku çawa çêbûye. Lê ku mirov di navê de be, kêlîk bi kêlîk mirov zane ku xeletî çawa dimeşe, başî û kêfxweşî, rastî çawa dirûv digire. Tahmkirina nebaşî, tahde, pevçûn, girî, kêf û şahî, dîlan, têrbûn, birçîbûn, bêkarî, nakokiyên jin û mêran û xwîna ku jê tê, gellek tiştan beravajî ji dûrmayîn, dûrvedîtin û dûrveaxaftinê, bi mirov baş dide fêmkiri.

Ma ne tê gotin ku azadiya civakan ew e ku; her kes li ser axa xwe, bi taybetiyên çanda xwe, xwe birê ve bibe ye. Meselaya "xwe bixwe" ango yê; yê ku li ser wê axê û bi mejîyê xwe, bi hest û zanînên xwe, bi taybetî bi xwe, ango yê li wê derê rûniştî, tu hezdikî çerçî, tu hezdikî dikandar an jî çildirû be û tu hez dikî pîsporê siyasetê, tu hez dikî bijîşk, parêzer û wekî din be, illehîm ew bi xwe ye.

Aha rewşenbîrî, bîra rewşê birin e û bêhna wê axê stendin e hinekî jî. Tahma wê axê zanîn e hinekî. Yê ku bêhna wê axê distîne û bi wê axê mezin dibe û dijî, zane ku çi li ser axa wî, bi wê hewayê bi wê ba û baranê û bi wê tavê şîn dibe û xweşik dibe. Mudaxeleyên ji dûr ve û rexneyên ji dûrve, tenê bandorên demî dikin û ew dinamîka li ser wê axê bi hêsanî napejirîne û ku bi demek kurt jî wê rexneyê wê pêşniyaza ji dûrve bipejirîne jî hêdî hêdî di bin re dîsa bi ya xwe dike û îllehîm hêza ku ji wê axê tê, bikar tîne û ew civak bi wan dînamîkana xwe diguherîne. Ango dîsa bi ya xwe dike. Heta ku ew ax û civaka li ser, xwe bi xwe, xwe mezin neke, ava li ser êgir dê her bikele.  

Nivîskar: Çiya Mazî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket