Mamoste Salah Saadellah Zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû
kurdistani 07:29 PM - 2014-09-01Mamoste Salah Saadellah Zavayê Mîr Celadet Bedirxan Bû
Piştî ku mîr Bedirxan di sala 1847 an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo.. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala kurê Zaxoka Botan Salah Saadellah. Ne di ware mirovahiyê de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.
Gelo mamoste Salah Saadellah kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr, zimanzan û rewşenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930 î de li Zaxo hatibû ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya xwendibû, pirrê jiyana xwe a karê endîzyariyê li Bexda derbas kiribû.
Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine çap kirin wek: Dîplomat ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî, û pirtûka Kurdistan Divided Nation of the Midlle East, ku ji berê 50 salî ve bi îngîlîzî nivîsandibû û çap kiribû, bi naznavê (S S. Gavan), hem jî ev pirtûk hatiye wergerandin Erebî û paşê jî zimanê Rûsî. Ferhenga Salaheddîn bi kurdî û îngilîzî ye. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêş wergerandina Mem û Zîn ê ye ku ji kurdî kiriye îngilîzî û di sala 2008an de hatiye çap kirin û wiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî Hene..
Buhiştî di roja18/10/2007 an de, ango berî salekê ji niha ve li paytexta Kurdistana azad, Hewlêr çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de veşartine.
Belê kebaniya wî emîre Sînemxan Bedirxan e, keça mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye.. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad wek bavê xwe endezyar e û niha gelek kompaniyên wî yên bi navê GAVAN ku naznavê bavê li wan kiriye li Hewlêrê hene.
Wêne: Ez û rehmetî Salah Saadellah, di festîvala Bedirxaniyan de li Hewlêrê sala 2006an.
Konê Reş, Qamişlo, 30.08.2014
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25