HRW: DAIŞ li dijî kurdên Kobanê çekên qedexe bikar aniye

kurdistani 04:48 PM - 2014-09-01
HRW: DAIŞ li dijî kurdên Kobanê çekên qedexe bikar aniye

HRW: DAIŞ li dijî kurdên Kobanê çekên qedexe bikar aniye

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) da xuyakirin ku rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ a xwe weke Dewleta Îslamî (DÎ) îlan kiriye, li herêma Kobanê li dijî şervanên Kurd bombeyên xarik (bombeyên ji gelek bombeyan pêk tê-çeka qedexekirî) bikar aniye.

HRW a navenda wê li New Yorkê ye, li gorî raporên rayedarên Kurd ên herêmî û daxuyanyên çeteyên DÎ, li herêma Kobanê di navbera 12'ê Tîrmeh û 14'ê Tebaxê de DÎ li dijî şervanên Kurd bombeyên xarik bikar anîne.

HRW da xuyakirin ku ev çeka qedexekirî, di şerê li derdora Kobanê yê di navbera çeteyan û şervanên YPG'ê de hatiye bikaranîn û destnîşan kir ku çeteyên DÎ yekemcar çekeke bi vî rengî bikar tîne. Hînê nehat zelal kirin ku çeteyan ev çek çawa bi dest xistine.

Çeteyên DÎ ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve li hemberî Kobanê êrîşan lidar dixin. Rêxistina çeteyê ku li bendê bû di 28'ê Tîrmehê dawiya Remezanê bikevin nava bajêr, li pêşberî hêzên YPG'ê windahiyên giran da. Li dijî çeteyan di dawiya meha Tîrmehê de operasyonên dijber hatin destpêkirin û çete ji gelek herêman hatin derxistin. Hînê li gundên derdora Kobanê şer dewam dike. Di 31'ê Tebaxê de di şerê li gundê Cedê de 10 çeteyên DÎ ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin kuştin.

Bombeya mijara gotinê ya qedexekirî beriya niha ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li hemberî komên çekdar hatibû bikaranîn. HRW'ê li gorî axaftinên şahidan û dîmenan ragihand ku rejîmê di nava sala 2012'an de bi bombeyên xarik 249 caran êrîş kiriye.

Sûriyeyê jî mîna DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê di sala 2008'an de îmzekirina Peymana Qedexekirina Bombeyên Xarik, red kir. Tirkiyeyê bi taybetî di şerê li hemberî Kurdan de gelek caran bombeyên xarik bikar anî. Ev yek bi giranî di êrîşên li hemberî herêmên gerîla de bikar anî û rê li ber mirin û birîndarbûna gelek kesan vekir.

HRW'ê careke din bang li civaka navneteweyî kir ku li ambargoya çekan deyne ser hikûmeta Sûriye û aliyên vê yekê îstîsmar dikin.

Şefê beşa çekan a HRW Steve Goose got, "Divê bikaranîna her cûreyên bombeyên xarik bên qedexekirin, lê bersiva herî baş ew e ku hemû netewe bibin endamê vê peymana qedexekirina vê çekê û ji bo ji holê rakirina van bombeyan, bikevin nava tevgerê."

Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) got, "Pêwîste Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ambargoya çekan deyne ser hikûmeta Sûriyeyê û komên çekdar ên bi rêk û pêk bi vî awayî mafên mirovan binpê dikin."

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket