Mêrdîn: Greva birçîbûnê ya mamosteyên Kurdî berdewame

kurdistani 01:53 PM - 2014-09-01
Mêrdîn: Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî ket roja 8an

Mêrdîn: Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî ket roja 8an

Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî yên ku jibeşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê (ZMA) beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûn, didome û ket roja 8an.

Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Qedrî Yildirim got: "Me di nûçeyan de gotinên wek 'Piştî îstatîstikan ev mamosteyên me yên ku me mezûn kirin, em ê bişînin bajaran û Midûriyên Perwerdeya Neteweyî yên Bajêr dê wan tayîn bikin' xwendin. Ev soz û gotinên ku vê hefteyê di hizûra çapemeniyê de hatin daxuyandin, par dabûn me. Vê daxuyaniya ku dan çapemeniyê cesaret û hêvî da me."

Yildirim destnîşan kir, ew hêvî dikin ku der heqê tayînkirina  mamosteyên kurdî de gavên erênî bên avêtin ku greva birçîbûnê bi dawî bibe .

Yildirim got: "Heke tayîn neyên kirin dersa ku ji aliyê bi hezaran xwendekaran ve tê hilbijartin wê bê mamoste derbas bibe. Heke kesên bikevin dersê jî, ew ê pisporê vê dersê nebin û ji bêyî mifayê dê zirarê bidin.

Yildirim ragihand ku ew ê ji bo ku tayînkirina mamosteyên kurdî teqez bibe û ji bo çareseriyekê dê biçe Enqereyê û ji Wezîr Avci û alîkarên wî re hevdîtinê bike.

Seyîtxan Aydogan jî li ser navê endamên Platforma Mamosteyên Kurdî axivî û got ku heftêya greva birçîbûnêtemam bû, lê hê jî mexdûriyeta tayînkirinê ya mamosteyên kurdî çareser nebû. her weha tayînkirina mamosteyên kurdî ji bo pêvajoya çareseriyê jî pêngav e.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket