Yekîneyên Parastina Gel, bajaroka Ceza rizgar kir

kurdistani 11:05 AM - 2014-09-01
Yekîneyên Parastina Gel, bajaroka Ceza rizgar kir

Yekîneyên Parastina Gel, bajaroka Ceza rizgar kir

Piştî şerê 20 rojan Yekîneyên Parastina Gel YPG ragihand ku hêzên wan bi temamî bajaroka Ceza û hejmarek gundên derdorê rizgar kirine û operasyonên hêzên YPG bo rizgarkirina navçeyê ji destê DAIŞ berdewam in.

Jêderekê nêzîk ji YPG ji PUKmedi`yê re ragihand ku: Hêzên Kurdî duh yekşeme 31/8/2014 karîne piştî şerekî dijwar 40 çekdarên DAIŞ bikujin û hejmarekî wan dîl bigrin û her weha operasyona YPG jî hîna berdewame.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku wêneyek gihêştiye destê PUKmedia`yê têde  belav kiriye ku şeva 30’ê Tebaxê di demijmêr 11’an de  hêzên wan operesiyonekî berfireh dest pê kiribû û gundê Kaxurtî  û û gundê Ercê rizgakiribûn.

Her weha yekîneyên YPG di heman rojê de êrîşî depoyên genim a girêdayê Cezaa û 4 baregihên wan yê nêzikê Cezaa yê kirin. Her wiha êrîş birin gundê sefanê û Ekreşê şer  û pevçûn bi dijwarî heta saetên sibehê dewamkir û gundê Sefanê û Akreşê û Depoyên Genim û ew her 4 baragih ji aliyê hêzên YPG ve hatin bi dest xistin .

Di daxuyaniya YPG de hatiye ku, di encama wî şerî de 36 çeteyên DAIŞ’ê mirin. Cenazeyê 8 çeteyan kuştî di destê hêzên YPG. Her wiha gelek çek û Amurên Leşkerî  ketin destên yekîneyên YPG.

Her li gundê Hilo jî yekîneyên YPG li dijî çeteyan kemînek vedabûn, di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek ji wan birîndar bû. Komên çete gundên Cib ELferec, Ketaş û Derbazin yên dikevin kantona Kobanê bi tangan topbarankir di encam de gelek ji avahiyên gundîyan hatin xirap kirin.

PUKmedia/Îbrahîm Xelîl- Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket