Silêman Beg: DAIŞ jiber Pêşmerge û artêşa Êraqê direvin

kurdistani 11:03 AM - 2014-09-01
Silêman Beg: DAIŞ jiber Pêşmerge û artêşa Êraqê direvin

Silêman Beg: DAIŞ jiber Pêşmerge û artêşa Êraqê direvin

Îro danê sibehê 1/9/2014 hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê bajaroka Silêman Begê dorpêş kirin û niha berve bajarokê ve birêketine , fermandarekî pêşmerge jî da zanîn ku  terorîstên DAIŞ ji bajarokê direvin.

Fermandarê fewca 2 lîwaya 16 ya hêzên pêşmerge muqedem Hekîm Rehîm ji PUKmedia`yê re ragihand: Ji duh hêzên pêşmerge çend gundekî ser bi bajaroka Silêman Begê konterol kirine û emîrekî DAIŞ bi navê (Museb Ebdul Ezîz) naskirî bi (Ebu Teyib) kuştine.

Muqedem Hekîm got: Îro jî sere sibehê hêzên pêşmerge û artêşa Êraqê dorpêça bajarokê Silêman Begê kirine û bi bê şer berve bajarokê ve bi pêşve diçin.

PUKmedia/Rêvan Germiyanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket