Mela Bextiyar: Di demeke nêzîk de serkeftinan li ser DAIŞê dikin

kurdistani 08:44 PM - 2014-08-31
 Mela Bextiyar: Di demeke nêzîk de serkeftinan li ser DAIŞê dikin

Mela Bextiyar: Di demeke nêzîk de serkeftinan li ser DAIŞê dikin

Berpirsê desteya kargêrî ya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar îro roja yekşemê 31-8-2014`an ragihand ku êdî hêzên pêşmerge ji qonaxa berevaniyê derbasî qonaxa êrişkirinê bûne û ji îro û pê ve wê serkweftinên mezin li dijî çekdarên terrorist yên DAIŞ`ê tomar bikin.

Her weha di wê bare de, Mela Bextiyar ji PUKmedia`yê re ragihand kuîro hevrêziyek di navbera hikûmeta federal ya Êraq û Herêma Kurdistanê li dijî terorîstên DAIŞê heye û di van rojên lip ê me de, wê serkeftinên girîng ji aliyê hêzên pêşmerge ve bên tomar kirin.

Mela Bextiyar di dirêjahiya axiftina xwe ji PUKmediayê re ragihand ku hêla eniya şer ya di navbera me û DAIŞ nêzîkî 3300 k.m  û heya niha hêzên pêşmerge li pêşin û terrorist jî derban dixwin û paşve direvin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket