Beşdarbûna ENKS-MGRK di rêzên opozisyona Sûriyê de

kurdistani 07:55 PM - 2014-08-31
Nivîskar: Seîd Murad Atmanî

Nivîskar: Seîd Murad Atmanî

Destpêkê de ez bejna xewe ditawînim ji bo şehidên Rojavayê Kurdistan, Sebaret bi endamtîya herdu encûmanên a kurdî ENKS û MGRK di Îtilafa Nîştimanî Sûrî û Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk de, dibê yekem car, em tamaşa bikin li ew kesên û aliyên ku di nav wan herdu balên opozisyonê de hene û çend bîr û bawarê wan bi doza kurdî heya û bi jîyana demokratîk heya.

 Eger em li Îtilafa Nîştimanî ya Sûrî tamaşa bikin, em dibînin gelek kesên ber cav hene, di nav wan de, her bi aşkera dijayetî doza kurdî dikin û her ew di postên biryarê danê, yanê ewna bi hiç şêwayek naxazin doza kurdî peşkeve, erê raste li carê yekem ku ENKS kagazik ligel Îtilafa Nîştimanî Sûrî de îmza kir û di nav wê kagazê de gelek tiştên baş hebû û destkeftên baş hebû ji bo kurdan, ama ew xalane her li ser kagazê man û hiç li wan nav Itilafê de kar pê nehat kirin.

Niha gefeke mezin li ser Rojavaye kurdistanê heya û ew komên tondraw êrişî ser bajarên Rojavayê Kurdistan dikin, lê mixabin em hîç rolekî erênî an helwestekî baş ji ENKSê nabînin ku karekî bikin di nav Itilafe de , û ew ji cihê şermezariyê ye, bi haman şewazê, eger em warin ser Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk, ew ji bîr û bawariyen wan cuda cuda ye, yanê li dest pê kê ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK)  li gel partiyên din sîstema kantona danan, li Rojavaye Kurdistanê, me dît hendek kes le Desteya Hevrêziya ya Guhertina Nîştimanî ya Sûrî, piştgiriya ve systeme kir, le peştî demekî me dîtin ku bîr û bawariyên wan hat guhertin, ew jî cihê gumanê ye, le ber we ez dibînim ku herdu balên opozisyonê Surî mêjiyê şofini di nav wan de maye, gava tê ser pirse kurdî, yanê her 2 sale bajarên kurdî li ber ew komên tondraw disekinîn û liberxwedidan, lê em heta neha me hîç piştgiriyek ji aliyên opozisyonê ve nedît.

 Ev tişt jî, me vedigerîne ser wê xalê ku kurd dive yek deng bin, bi taybet, di hember ew kesên, dijayetiya kurd dikin, çunkê her di dîroka kurdî de jî, em weko kurd kes biraderê me nebûn li kurd zêdeter , ez bi hevî me ku herdu encûmanên kurdî li ser hindek xalên hevbeş kar bikin û eniyeke kurdî bi hêz pêkbînin bo ku hatin ser giftugoyê ligel opozisyonê, wê gavê ew bihêztir dibin û dikarin mafên me li nav opozisyonê de cî bi cî bikin.

Li kutayî de, ez dibînim ku herdu encûmenên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, sûdekê nedin li nav herdu balên opozisyonê , bes ema nayê wî wateyê ku ewan ji nav opozisyonê derkevin. bes mebesta min ewe ku divê herdu encûmen li gel yek giftugo bikin û nakokiyên di navbera wan de nehilên, ez dibînim ku qazanca herî mazin ji bo mafên kurdan li ser xake rojavaye Kurdistanê te kirin û ew destkeftên ku niha li Rojavayê Kurdistanê me bi destxistiye, dive em biparêzên û bihêlin îtirafekî navdewletî bo peyda bikin. Ez dîsan dibejim karê hevbeş di nav herdu encûmanê kurdî de dikare doza kurdî peş bixîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket