Nêrînên siyasetmedar û rewşenbîran, beşa siyemîn di PUKmedia`yê de bixwînin

kurdistani 06:27 PM - 2014-08-31
Nêrînên siyasetmedar û rewşenbîran, beşa siyemîn di PUKmedia`yê de

Nêrînên siyasetmedar û rewşenbîran, beşa siyemîn di PUKmedia`yê de

Di beşa siyamîn ya nêrînên rewşenbîr û siyasetvanên Kurd di barê şerê li dijî terorê de ku di PUKmedia`yê de tê weşandin de, me vê care, raportek rêportajî digel rewşembîrên Rojavayê Kurdistanê amade kir û di wê raportê de, pirsyareke girîng li ser xebata herdu encûmeneên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hat araste kirin.

Her weha di wê pirsyara PUKmedia`yê de ku Gelo hûn wek rewşenbîrekî Rojavayê Kurdistanê, endamtiya ENKS di Îtilafa Nîştimanî Sûrî de çawa dinirxînin û sûd û ziyanê wê ji doza Kurdî re çine..? Her weha endamtiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK)ê jî di Desteya Hemahengî ya Guhertina Demokratî li Sûriyê, çawa dinrxînê û sûd û ziyanên wê ji doza gelê Kurd re çine?  Gelo bila herdu encûman çibikin başe..?

Mêvanên vê beşî evin: Helbestan Taha Xelîl, Helbestvan Dilşa Yusif, çalakvan Rodî Hesen, çalakvanê siyasî Alan Seydo, çalakvan Seîd Murad Atmanî, Nivîskar Abas Abas û Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Îbrahîm.

**Helbestvan û rojnamevan Taha Xelîl ji PUKmedia`yê re bi vê rengî nêrîna xwe ya zelal da nîşan: Hebûna ENKS di Itilafê de .. Reveke Eşkere ye ji berpirsiyartiya netewi ku rojekê ji roja xwe jêre amade nekiribûn.. Ne jî jêre amade ne..
ew ne karin tiştekî ji kurdan re bikin.. Ne jî ji tevaya Sûriyê re.. Ji xwe re nan pê dixun.. Û carna jî wênayan dikşînin bi navdarên Ewropa û Emerîkayê re, dako belavbikin di facebookên xwe de û ji zarokê te re û yê xwe re nejin > binêrin.. Em wî yan we nasdikin... Eynî karekî zaroka ye..

Taha Xelîl di derbarê karkirina hevbeş ya herdu encûmenên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de, wiha axifî: Ez bawerim herdu encumen nikarin tisteki bi hev re bikin.. ji ber ne li gor hev in di aliye hismendiye de,, netwiye de.. u heta insani de ji.. ica ber xwe ne westinin... mesele xwiyaye.. ev se salin hin li ber xwe didin.. u hin weneyan li Otelan diksinin.. yan ji dawiya wan weke ya MustefaCuma ye ku niha li Kampa Penabera li Swede.. li ser dora xwe ya WC ( Tiwalete ) bi seetan dimine...sipas
**Dilşa Yusiv jî ji bona heman mijarê nêrîna xwe anî ser ziman û got: Bi nerîna min herdu encûmen ji hêla pêwendiya wan di gel Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî û Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk wek her dû ruyên mîdalyonê ne, wata tu cûdahiya xwe ji hev nînin, ji ber ku eger mirov hinekî nêzîkatiyên wan ji doza kurd re bi horî bişopîne ev rastî baştir eşkera dibe.

Helbestvana Kurdê Rojavayê Kurdistanê Dilşa Yusiv di berdewamiya axiftinên xwe de aşkire kir:  Heya niha ne Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî, û ne Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk derbarî pirsa kurd de, tu helwêstekî erênî û cûda ji helwêstê rêjîmê diyar nekirine, û  ji bo paşeroja doza kurd jî, tu pilan û siyastek erênî, heya ev roj jî, di ecindayên wan de diyar nîne. Lewma dikar im bêjim ku heya her du encûmenên kurdî bi wê awayê ku heya niha xebata xwe di nav wan herdu bereyan de kirine, tu destkeftineke erênî derbarî doza kurd bi destnexistine, lê dikar im bêjim ku tevgera kurd gelek jî paşde xistine. Doza kurd li Sûrya taybetmendiya xwe di nav pêwendiyên çend alî de heya radyek mezin, wenda kir.

Dilşa Yusiv dide xuyakirin ku ji ber wê girînge herdu encûmenên kurdî ji ser û nuh ve, van pêwendiyên xwe di ber çav re derbasbikin, û  li xwe û li taybetmendiya xwe ya sitratîcî ya serbixwe vegerin. Bi baweriya min dema her dû encûmenên kurdî vê yekê bikin, wê Heet Eltensîq Û Iitlaf jî naçar bibin, kurdan û daxwazên kurd yên rewa, giring bibînin û bi pejirînin, ne tenê weha belko hêzê jî ji kurdan bigrin bo paşeroja Sûrya. Û bi taybet di vê dema ku hêzên nêvdewletî di nav amadekariyan de ne bo biryargirtinê derbarî yekhelwêstiyê di şerê beramberî giropên tîrorîst, yekrêziya kurd, merceke serekiye û jiyanî ye bo wergirtina şeriyetê li navçê, wek hêzek rewa.

**Rodî Hesen çalakvanekî siyasî Kurd ji Stenbolê beşdarî rêportaja PUKmedia`yê bû, li gorî hinek rastiyan li ser beşdarbûna Encûmena Nîştimanî Ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê di nav rêzên Îtilafê de û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK)ê ya di nav Desteya Hevrêziyê, wiha şirove kir: Ya herî rast ew e ku her du bi yek bin lê yekîtiya kurdan bûye xewna azadiyê. Ez nizanim çima ENKS dev ji îtilafê bernadin û îtilaf aşkere şerê kurdan dike, gelek caran îtilafê şerê DAîSê ya li dijî kurdan silav kiriye û baş tê zanîn ku DAIŞ, ferqê nake navbera kurdan û bi taybet di dema êrişî herêmên kurdan dikin.

Di berdewamiya axiftina xwe ya ji PUKmedia`yê re, Rod Hesen hindek pirsyarên lib a xwe arasteya raya giştî dike û dibêje: Li vir gelek pirs derdikevin pêşberî mirov…

Yek gelo ENKS kê temsîl dike û di nav wan de çi dike ku ew êrişên kurdan dikin.

 Gelo ENKS ew ya kurdan an dijî kurdane çima daxuyaniyan nadin û êrişên çeteyan şermezar nakin .

Çima dema îtilaf Serê DAIŞê li dijî kurdan silav dikin û ew bêdeng dimînin.

Em tu sûdê ji îtilaf wernagirin ne jî gelê Sûriyayê wê sûdê ji wan bigire ji ber ku gazî dijmin dikin ku wan biparêze.

Di bare cudatiya Desteya Hevrêziyê digel yê Itîlafê Hesen wiha axivî: Ez nabêjim Desteya Hevrêziyê ji îtilaf bastir e lê heya niha şerê kurdan nekirine û komkujiyên DAIŞê silav nekirine û ji destpêka şoreşê ve jî wan got hêzên derva tu çareseriyê ji me re nakin û Sûrî ne weke Misir û Lîbyaye. Em dinerin ku hin tistên wan dest pêka SoreSê digotin îro îtilaf dibêje. Ya baş her du bi yek bin û pişta xwe nedin wan. Di dîroka kurdan tu kes ji wan re nebûye pişt.

**Çalakvanê Siyasî Alan Sîdo ku wek kesayetiyekî bê alî tê naskirin, nêrînên xwe di bare beşdarbûna herdu Encûmenên Kurdî ji Itîlaf û Desteya Hevrêziya Opozisyona Sûrî re, di wê bare de, ji PUKmedia`yê re aşkire û wiha got: Herdu heyat bê hêzin û  ji mafên kurdan diravin, ango hem Îtilafa Nîştimanî ya Sûrî û hem jî Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk, pêwîste kurd desteyeke xwe ys teybet  bi xwe çêke ú gerekê ev hêza demokrasî bi kar bîne ji bo welatên derve alîkariya wan bike.

**Ji aliyê xwe ve, endazyarê Coyolojî û çalakvanê siyasî Seîd Murad Atmanî, di bare pirsa PUKmedia`yê de, bi vê rengî nêrîna xwe ya azad anî ser ziman û got: Destpêkê de ez bejna xewe ditawînim ji bo şehidên Rojavayê Kurdistan, Sebaret bi endamtîya herdu encûmanên a kurdî ENKS û MGRK di Îtilafa Nîştimanî Sûrî û Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk de, dibê yekem car, em tamaşa bikin li ew kesên û aliyên ku di nav wan herdu balên opozisyonê de hene û çend bîr û bawarê wan bi doza kurdî heya û bi jîyana demokratîk heya.

Seîd Atmanî di barê ne cediyeta Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî li hemberî daxwazên ENKS`ê de wiha got: Eger em li Îtilafa Nîştimanî ya Sûrî tamaşa bikin, em dibînin gelek kesên ber cav hene, di nav wan de, her bi aşkera dijayetî doza kurdî dikin û her ew di postên biryarê danê, yanê ewna bi hiç şêwayek naxazin doza kurdî peşkeve, erê raste li carê yekem ku ENKS kagazik ligel Îtilafa Nîştimanî Sûrî de îmza kir û di nav wê kagazê de gelek tiştên baş hebû û destkeftên baş hebû ji bo kurdan, ama ew xalane her li ser kagazê man û hiç li wan nav Itilafê de kar pê nehat kirin.

Atmanî di derbarê bêdengiya opozisyona Sûrî li hemberî gefên li ser Rojavayê Kurdistanê de axivî û got: Niha gefeke mezin li ser Rojavaye kurdistanê heya û ew komên tondraw êrişî ser bajarên Rojavayê Kurdistan dikin, lê mixabin em hîç rolekî erênî an helwestekî baş ji ENKSê nabînin ku karekî bikin di nav Itilafe de , û ew ji cihê şermezariyê ye, bi haman şewazê, eger em warin ser Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk, ew ji bîr û bawariyen wan cuda cuda ye, yanê li dest pêkê ku Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK)  li gel partiyên din sîstema kantona danan, li Rojavaye Kurdistanê, me dit hendek kes le Heya Tensîqê piştgiriya ve systeme kir, le peştî demekî me dîtin ku bîr û bawariyên wan hat guhertin, ew jî cihê gumanê ye, le ber we ez dibînim ku herdu balên opozisyonê Surî mêjiyê şofini di nav wan de maye, gava tê ser pirse kurdî, yanê her 2 sale bajarên kurdî li ber ew komên tondraw disekinîn û liberxwedidan, lê em heta neha me hîç piştgiriyek ji aliyên opozisyonê ve nedît.

Çalakvanê Kurd Atmanî Ev tişt jî, me vedigerîne ser wê xalê ku kurd dive yek deng bin, bi taybet, di hember ew kesên, dijayetiya kurd dikin, çunkê her di dîroka kurdî de jî, em weko kurd kes biraderê me nebûn li kurd zêdeter , ez bi hevî me ku herdu encûmanên kurdî li ser hindek xalên hevbeş kar bikin û eniyeke kurdî bi hêz pêkbînin bo ku hatin ser giftugoyê ligel opozisyonê, wê gavê ew bihêztir dibin û dikarin mafên me li nav opozisyonê de cî bi cî bikin.

Seîd Murad di kutayiya axiftina xwe de ya ji PUKmedia`yê re got: Ez dibînim ku herdu encûmenên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, sûdekê nedin li nav herdu balên opozisyonê , bes ema nayê wî wateyê ku ewan ji nav opozisyonê derkevin. bes mebesta min ewe ku divê herdu encûmen li gel yek giftugo bikin û nakokiyên di navbera wan de nehilên, ez dibînim ku qazanca herî mazin ji bo mafên kurdan li ser xake rojavaye Kurdistanê te kirin û ew destkeftên ku niha li Rojavayê Kurdistanê me bi destxistiye, dive em biparêzên û bihêlin îtirafekî navdewletî bo peyda bikin. Ez dîsan dibejim karê hevbeş di nav herdu encûmanê kurdî de dikare doza kurdî peş bixîne.

**Her weha rewşenbîrekî din yê Rojavayê Kurdistanê yê xwedî ezmûn, nêrîna xwe da, lê di nêrîna wî nivîskarî de, rengeke ji bêhêvîbûna xwe ji herdu cemserên opozisyona Erebî Sûrî, hem Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî, û hem Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk nîşandaye yên ku encûmenên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê endamtiya herdukan dikin û di axiftina xwe de ya ji PUKmedia`yê re Abbas Abbas got: Ji min re ev her du encûman hebûn û tinabûna wan wek heve, wilo jî ez di wê baweriye de me ku çi girêdan bi wan re bê danîn, em kurd ti sûd jê nagirin, ew jî ji ber ku ev her du encûman bi cihên dî hatine avakrin û acendatên wan bipêk tînin.

**Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Îbrahîm Îbrahîm dibêje mixabin ku di Sûriyê de, ti hevparekî rasteqîne nine û bi taybet opozisyona Sûrî. Her weha Îbrahîm di derbarê herdu aliyên opozisyona Sûrî de, hem Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî, û hem Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk nêrîna xwe anî sewr ziman ku cudabûneke kêm zêde di navbera herdu aliyên opozisyona erebî ya Sûrî hem Itilafa Nîştimanî ya Hêzên Guherîna Demokratîk ya Opozisyona Sûrî, û hem Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk de heye. Lê cudayetiya Îtilafê digel Desteya Hevrêziyê ew e ku Îtîlaf ji ENKSê bi hêztir û mezintir e û biryan li gor xwe dadigirin û her tiştî li gorî xwe dikin û dijayetiya şoreşa Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û piraniya rewtên dihundir Itîlafê de ji rewtên neteweperestên erebî ne û oldarên tundrewin kudûrin ji têgehên demokrasiyê.

Nivîskar û şirovekarê Kurd Îbrahîm Îbrahîm di derbarê Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Guhertina Demokratîk de tiştekî din dibêje û wiha pê de dişe: Di hundir Desteya Hevrêziyê de, hêza mezin ya rewta Kurda ye û biryarder piranî Kurd e û her çiqas hinek neteweperestên Erebî têde ne û di derheqê mafên gelê Kurd e devdirêjiyan dikin,lê nêrînû araste her netewa demokratîke. Hinek kes hene li dijî mafên Gelê Kurdin û hinek jî hene digelmafên gelê Kurd in, Herweha cudayetiya herî zelal ew e ku beşê Kurdî di Desteya Hevrêziyê de,hêza çalak û li ser erdê heyeû Xweseriya Demokratîk birêve dibe ku nûneretiya vîna gelê Kurd dike û parastina ewlehî û aramî û hêmintiya gelê Kurd dike û bi berevajayî aliyê Kurdî mixabin yên di Itîlafê de beşdarin.

-Rûportaj: Hozan Efrînî


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket