Pêşmerge berve Silêman Begê ve pêş dikevin

kurdistani 12:02 PM - 2014-08-31
Pêşmerge berve Silêman Begê ve pêş dikevin

Pêşmerge berve Silêman Begê ve pêş dikevin

Piştî ku îro 31/8/2014 hêzên pêşmerge sê gundên sînorê bajarokê Silêman Begê control dikin niha jî bi berve bajarokê ve bi pêşve diçin û balafirên şer jî cihên terorîstên DAIŞ li wê bajarokê bombarduman dikin.

Jêderekê li hêzên pêşmerge li Xormatuyê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro hêzên pêşmerge her sê gundên Yengice û Selam û Xesedarlî yên ser bi bajaroka Silêman Begê control kirine û niha jî berve bajarokê ve bi pêş dikevin û balafirên şer jî cih û baregehên terorîstên DAIŞ`ê li wê bajarokê bombarduman dikin.

Wê jêderê got: Di êrişên îro yê hêzên pêşmerge de, çendîn terorîstên DAIŞ hatine kuştin û birîndar kirin lê belê hejmara wan nehatiye zanîn û xweşbextane tu ziyanên canî yên pêşmergeyan çê nebûye.

PUKmedia/Tiwane Kifrî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket