Şandek ji Jinên YNK`ê serdana Gerîlayên YJA Star kirin
kurdistani 06:23 PM - 2014-08-30Şandek ji Jinên YNK`ê serdana Gerîlayên YJA Star kirin
Şandek ji Jinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi mebesta piştgirî li hêzên YJA Star a li Kerkûkê ne bikin bi serpereştiya berpirsê baskê jinan a YNK`ê li Kerkûkê Lewa Xan serdana yekîneyên YJA stas a li Kerkûkê bi cih bûne kir.
Piştî ku rêxistina teror DAIŞ êriş anî bi ser Herêma Kurdistanê û navçeyên ji Kurdistanê hatine birîn, bi mebesta li dijî DAIŞ şer bikin û piştgiriyê bidin hêzên pêşmerge yekîneyên HPG`ê û YJA Star li deverên cuda cuda li bereyên şer li başûrê Kurdistanê cih girtin.
Şanda Jinên YNK`ê yên li Kerkûkê bi mebesta piştgiyên bidin berxweda Jinên di nav refên YJA star de cih digrin serdana yek ji yekîneyên YJA Stas kir, şand ji aliyê fermandarên YJA Star li Kerkûkê Nûve Rojhat û Tamara Warjîn ve hate pêşwazî kirin.
Di serdanê de êrişên rêxistina terorê yên bi teybet Jinan dikine armanc hatine nirxandin, berpirsê baska jinan Lawa Xan di axaftina xwe de ya di hevdîtinê de bal kişand ser hovîtiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî jinan û got: “Heta niha di hemû şerên hatine jiyîn de hilweşîna herî mezin jinan jiyaye. Di şerê Îraqê de bi hezaran jin hatin kuştin û tecawizkirin. Herî dawî bi hezaran jin ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin revandin, destdirêjî lê kirin û firotin. Em niha dibihîsin ku jinên hatine revandin bi 25 hezar dînarî difiroşin mêran. Ev yek jî hemû jinên Kurdistana Îraqê tirsandiye."
Lawa Xan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku gerîlayên jin bandorek mezin li ser herêmê kirine û got: “Gelê Herêmê ji hatina gerîlayên HPG û YJA STAR’ê kêfxweşe. Bi taybet jî gerîlayên jin eleqeyek mezin dibînin. Ji ber berxwedana gerîlayên jin a li dijî çeteyên DAIŞ’ê gelek jin dixwazin serdana wan bikin.
Fermandar Nûve Rojhat jî ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku jinên di şer de zerarek mezin dibînin divê li dijî her cure êrîşê parastina xwe ya rewa bikin.
Rojhat got: “Di şerên pêk tên de herî zêde jin zerarê dibînin. Ji ber vê divê jin xwe bînin asta ku dikarin parastina xwe ya rewa dikin. Divê tu jin xwe ji însafa mêr re nehêle. Divê jin bizanin ku ew dikarin bibin hêza parastina xweser. Artêşa gerîlayan a YJA STAR’ê bi pratîka xwe ya 21 salî ev nîşanê hemû cîhanê daye.
Fermandar Tamara Warjîn jî pêşniyar kir ku ew bi piştgirya baskên jinan a YNK`ê amade ne ku ji bo jinên Başûr perwerdeya leşkerî ya parastina xweser bidin. Warjîn got ku ji bo parastina jinan tiştekî wisa pêwîst e.
Jinên YNK`ê erênî nêzî pêşniyarê bûn û diyar kirin ku ji bo ev bigihêje rêxistinbûnekê divê di nava xwe de nirxandinan bikin û ji bo ku di demeke nêz de bikeve jiyanê dê çi bikeve ser milê wan bikin.
PUKmedia / ANF
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26