Şah Ebdulah bin Ebdulezîz bi DAIŞ ve girêday dunya hişyar kir

kurdistani 05:01 PM - 2014-08-30
Şah Ebdulah bin Ebdulezîz bi DAIŞ ve girêday dunya hişyar kir

Şah Ebdulah bin Ebdulezîz bi DAIŞ ve girêday dunya hişyar kir

Şahê Siûdî Erebistan Ebdulah bin Ebdulezîz derbarê DAIŞ de dunya hişyar kir û da xuya kirin ku eger dunya li Rojhilata navîn li beremberî DAIŞ raneweste dê di demek nêz de DAIŞ  bighêje Ewropa û Emerîka.

Şah Ebdulah derbarê rêxistina terorê DAIŞ ya li Rojhilata navîn belav bûye dunya hişyar kir ku da xuya kirin ku eger hêzên dunyayê li beremberî DAIŞ nebin yek dê metirsiya DAIŞ bighêjine Ewropa û Emerîka jî.

Şah Edulah bin Ebdulezîz dema li Cede pêşwazî li hejmarak balyozên welatên biyanî kir, ev mesaj dan û da xuya kirin ku: Teror sînoran nas nake û dê metirsiyên wê bi tenê bi ser Rojhilata navîn de nemîne lê dê bandora xwe bi ser welatên cuda de jî bike, hun dibînin cîhadî çawa seriyan dibirin û li kolanan pêşkêşî zarokan dikin, tiştê ew dikin ne tiştekî bi diziye, ez ji we daxwaz û rîca dikim hun van mesajên min bighînin serokên xwe: Li beremeberî terorîzima ku bûye bi hêza şeytan, ger bi lez bi yekrêzî û hemahengî neyê rawestandin û şer neyê kirin û eger ev yek bi ser guhre bête avêtin, ez bawerim dê di navbera mangekê ve terora DAIŞ bighêja Ewropa û di navbera 2 mangên din jî bighêje Emerîka.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket