“Herêma Kurdistanê 8.8 bermîl neft hinarde kiriye”

kurdistani 01:48 PM - 2014-08-30
“Herêma Kurdistanê 8.8 bermîl neft hinarde kiriye”

“Herêma Kurdistanê 8.8 bermîl neft hinarde kiriye”

Wezîrê wize û çavkaniyên siruştî  yê Tirkiyê Taner Yildiz der barê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de ragihand ku tankêra 12`an hat barkirin û 8,8 milyon bermîl neft jî hatiye  hinarde kirin. 

Di kongireyekî rojnamevanî de Taner Yildiz der barê hinartina neftê ji Kurdistanê de destnîşan kir ku tankêra 12an hat barkirin û 8,8 milyon bermîl neft jî hatiye hinarde kirinê.

Yildiz diyar kir ku ji xeta boriyê ya nefta xam ya Kerkûk û Yumurtalikê rojane 180-190 hezar bermîl neftê derbas dibe û da zanîn ku dê ev hejmar derkeve 200-220 hezar bermîlî û wiha got: "Di depoyan de 300-350 hezar bermîl neft heye û ev jî ji bo sewqkirinê amade ye."

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket