Ji perwerdeya bi Kurdî mamoste hatine amade kirin

kurdistani 01:23 PM - 2014-08-30
Ji perwerdeya bi Kurdî mamoste hatine amade kirin

Ji perwerdeya bi Kurdî mamoste hatine amade kirin

Wezîrê perwerdeya neteweyî yê Tirkiyê Nabî Avci ragihand ku Ji bo zaravayên kurmancî û zazakî xebatên avakirina kadroyên bi ezmûn hatine temam kirinê.

Nabî Avci, destnîşan kir ku xebatên ji bo tayînkirina mamosteyên hemû beşan didomin û got: "Me qadeke nû ava kir. Lijneya Telîm û Terbiyeyê 3 roj berê biryarek hilda. Li gor vê di qada nû de di bi navê ziman û zaravayan de, di zaravayên kurmancî û zazakî de xebatên avakirina kadroyên çalak temam bûn.

Avcî got: Em ê îsal binihêrin ka li kîjan dibistanan ev ziman wek dersa hilbijarte hatiye hilbijartin. Em ê van daxwazan binirxînin, heger îsal jî ev daxwaz hebin, em ê li wan dibistanan kadroyên bi ezmûn amade bikin.

Ev demek e mamosteyên kurdî yên ku ji beşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûne ji ber ku nayên tayînkirin li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê ketine greva birçîbûnê.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket