Nêrînên siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser lêdana Emerîka li DAIŞê

kurdistani 02:20 PM - 2014-08-29
Nêrîna siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser lêdana Emerîka li DAIŞê

Nêrîna siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser lêdana Emerîka li DAIŞê

Piştî biryarsa Encûmena Asayîşa Navnetewî ya  (2170) û daxuyaniya serokê Emerîkayê Barak Obama li ser jinavbirina bingeh û cihên terorîstên DAIŞê, me wek malpera PUKmedia`yê xwest ku nêrîn û dîtinên cuda cuda yên siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve nas bikin û ji ber wê yekê, me rêportaj digel van berêzan encam da:

(Dr. Ariya Îsa Fatimê, Nivîskar û helbestvan Hêmin Kurdaxî, Rojnamevan û nivîskarê ciwan Îbrahîm Murad, Nivîskar û endamê komîteya ragihandina wezareta derva ya hikûmeta Efrînê Delîl Mihemed Hesen, Endamê politburoya Partiya Demokrat A Kurdistan-Sûriye Mistefa Oso, Zara Misto sernivîserê malpera Welatî.net, Rêveberê malpera Gemya Kurda Enwer Dequrî.)

*Ji bo biryara lêdana Emerîkayê li cihên DAIŞê di hundirî Sûriyê de, çalakvana karûbarê jina Kurd li Almanya`yê Dr. Ariya Fatimê di daxuyaniyekê de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku; Eger Emerîka dibêje ne gerek em rûxsetê ji rêjîmê bixwezin .!!?? Emeríka ewê biryara xwe bicîbîne û nêzîke.

Di derbarê nêrîna xwe ji bo serdana fermadarê Artêşa Azad ya Sûrî Ebdulcebar Agîdî bo Efrînê û digel fermandarên YPGê hinek rêkeftin kiribû Fatimê wiha pê de çû û got: YPG û Artêşa Azad nabe bibin eniyek. Lê nêzîkbûna Artêsa Azad ji YPG`ê re ji bo vê qonaxê yan projeyekê pêk bînin heta şerê Emerîka li dijê DAiŞ`ê bi dawî be normal e.

*Rêveberê malpera Gemya Kurda Enwer Dequrî jî di bare biryara Emerîka li dijî DAIŞê li Sûriyê wiha ji PUKmedia`yê re got: "Emrîka tu carî ne cedî bû ji bo hemû terorîstê ku li Sûriyê ne û ji nav wan jî DAIŞ, lê ana Mijar hat girêdan bi berjewndiyên Emerîka û Ewropayê li Herêma Kurdistanê, û Emerîka dixwaze berjewndiyên xwe biparêze li Kurdistanê".

Her weha di bare hemahengiya Emerîka digel rêjîmê an jî digel Artêşa Azad û YPG`ê Dequrî nêrîna xwe bi zelalî anî ser ziman û wiha got: Ez bawer im ku digel Artêşa Azad û YPG`ê wê li dijî DAIŞ`ê  şer bike, ji ber ku Rêjîma Sûriyê nema tê qebûlkirin li ba Emerîka û welo li ba Ewropayê jî.

Ji bo lêdana Emerîkayê li dijî bingeh û cihên leşkerî yên DAIŞ`ê di axa Sûriyê de wek ya li Êraqê, Enwer Dequrî di berdewamiya axiftinên xwe de, ji PUKmedia`yê re wiha aşkire kir ku heger Emerîka bibîne ku wê DAIŞ ji Sûriyê jî dê berjewendî wê li Kurdistanê têxe tehlûkê, ez bawer im ku wê cedî be, di lêxestina DAIŞ`ê de, wek ku ana li Êraqê dike.

*Nivîskar û helbestvan Hêmin Kurdaxî li ser hatina Ebdul Cebar Agîdî û têgehên wî yên li dijî Kurdan ji PUKmedia`yê regot: Egêdî berpirsekî Payebilind, yê “ Artêşa Azad“e û di dema ku ew serokê wê bû; ewî bidehê caran gefûgor li gelê Kurd û hêza parastina û bervedêriya rewa ya Kurdan (YPGe û YPJê û Lîwaya Cebhet Al-Ekrad) xwarî ye, li pir bajar û bajarokan (Tilhasil, TilEran, GirêSipî…) di dermafê welatiyê Kurd de, kiryarên nemirovane pêkanîn e û rûbirû rastî berxwedana şervanên Kurdan hatiye. Bêgoman ew serleşkerê û hêza ku girêdayî Oposizyona Sûrî (Meclîsa Sûrî û pişt re jî Îtîlafê ) bû, bi birayrên Siyasî û Konevanî ku ji dewletên cûrbecûr ku dest-têwerdana wan di Ax û xwîna gelên Sûrî de ne tevdigeriyan, ew li dijî bixwerêxistin-kirina gelê Kurd bûn karê wanî herî sereke dijîtiya vîn û mafê gelê Kurd in.

Kurdaxî nêrîna xwe ya zelal li ser rastiya Artêşa Azad û şoreşa Sûrî tîne nixandin û dibêje: Bi nerîna min bertekî û vedengiya wan hemû naskirin û nêzîkbûnan bihev re; hêşt ku hemû xwandin û siyaseta tevgera Oposizyona Sûrî pûҫ û vala bête derxistin û derxiste holê ku jibo gelê Sûrî, ew ne xwediyê projeyeke zelal û vekirî ne û liser zemîn jî tiştek nikarîbûn biser bixistana û encameke berdest û berҫav nikarîn rave û nîşan bikrana. Artêşa Azad hemû cî-warên xwe dander, -hin baskên artêşa azad jî bi biryar- ked û ciyên xwe ji DAÎŞ û Alnusr e û Îslama radîkal ya girêdayî Tirkiyê û Sawdiyê û Qeter,ê re hêştin.

Lê di derbarê serdana Agîdî bo Efrînê de, bi vê awayî şirove dike, hatina Egêdî bo Efrînê û hevdîtina wî bi serbazên YPGê û Lîwaya Cebhet Al-Ekrad re Egêdî bixwe derbas kiriye ew derxistina nerîn û helwestên şaş ya tevaya Oposizyona Sûrî ye(Îtîlaf…) û hevalbendên wan ya li hember gelê Kurd û ҫareserîya tevaya doza Sûrî ye… lihember wê berxwedan Keҫ û lawanî Kurd û serkeftinên mezin yên rêxistinkirî ya liser zemîn yên herêmên Kurdî; daku hinekî ava ser rûyê xwe biparêzin; ew neҫarî lêborîna ji Kurdan kirine… lê lêborîneke kêm û bifedî! Spas bo te kek Hozan ku te derfet da ku di rêya pirsa te re, em nerîn û xwandina xwe di vê derbarê de bidin… silavek taybet bo PUKmediya û hêviya dirustkirina têkliyên germ.

*Rojnamevan û nivîskarê ciwan Îbrahîm Murad di bersiva xwe ji pirsên PUKmedia`yê re li ser biryara Emerîkê ji lêdana DAIŞê li Êraqê got: Tabî tişt bê Encam nîne ama encamê wê çiyê? bi nêrîna min bi lêdanê Emerîka ye. Yekemîn kesên ku DAIŞê xwedî dikin ên warin siknandin û ev dihêle ku YPG`ê wek mînak be, ez bêjim ençamek mezin bike Yanî qurxkirina derfetan di dema ku alîkariya welatan ji DAIŞ`ê re pêktê. Le belê lêdanê Emerîka ne wek tê xwestine, ji ber Emerîka wê tenê li çihên petrolê bide. Û Alozî li Helepê û Humsê û hin bajarên din ê berdwam bike.

Murad dibêje ku pêwîste Emerîka ne tenê li DAIŞê bide, dibe li Cebhet Elnusre û hevpeymanên wê yên Îslamiya radîkal weku Ehrar ElŞamê jî bide û bi vê rebgî ji PUKmedia`yê re anî ser ziman: Dixwezim bînim ziman ger Emerîka li DAIŞê xînê, divê Emerîka li Çebhet Elnusra û Taburên Islamî jî xînê ku yên xwe Firoştina DAIŞê, ama bi Navekî din mane. Lê Emerîka bêje emê tenê li DAIŞê xînin, ev tê wateyeke din, yanî DAIŞê li Sûriyê werê tune kirin û Cebhet Elnusra ê çihê wê bigirî Yanî her tim alozî mezin dibe û gel bi zirare.

Îbrahîm Murad di bare cedîyeta lêdana Emerîka li DAIş`ê de, dide zanîn ku niha em nikarin bêjin çiqas armançê Emerîka raste lê nede jî . Û çiqas xwestekê xwe û tune hubê DAIŞê, em nizanin mêze li Êraq ewqas tê gotin li DAIş`ê lêdide ama hîn ençamek rastî tune ye.
Lê di derbarê serdana Ebdul Cebar Agîdî de jî wiha nêrîna xwe anî ser ziman: Ez bawer dikim Serdana Artêşa Azad ji YPG re ne biryarê Artêşa azad tenê ye, ji sedî sed hin destên derva jî tê de heye. Artêşa azad ketî bin tengîyê giran û ji  xwe Esasde da ne hêzik ku di şerî wek Sûriyê bike û Artêşa azad esasî wî mirîyê ji ber wê ezê bêjim dema Artêşa azad ber bi tune bunê qet çu got û  bin bandorê hin hêzên xerbî. Tekîliyan xwe tevlî YPG çêbikim mumikne hin çihên li helepê bikevin bin bandorê me Yanî bi kurtî Artêşa azad dema ber bi mirine çu zanîbu çiqas tektîka ypg û şoraşa Rojavayê kurdistan raste û girînge hemû hêzin şoregerî li er riya ypg pêk şoraşa bikin.
   
*Zara Misto sernivîserê malpera Welatî.net ê jî li ser biryara Obama bo firandina firokeyên pişkinînê bi ser Sûriyê re wiha nêrîna xwe anî ser ziman:Birayara Emerîka ji şandina firokeyên xwe yên pişkinînê bo ser Sûriyê, jib o her karekî çavrê nekirî ye û ew digel xwe hevpeymanan bi awayekî berfereh amade dike tako dest bi karekî leşkerî bê kirin û div ê warî de, eger Emerîka dê lêdana ezmanî bike, wê neçar bibe ku digel hêzên ser erdê hemahengiyê bike û ev yek jî ne dûr e.

di berdewamiya axiftina xwe de, di barê YPG`ê de, Misto got: Yekîneyên Parastina Gel(YPG) xwediyê projeyeke nîştimanî ye û hêzeke ne tundrewe û lîberale û xizmeta hemû pêkhatên Sûrî dike û ji ber vê gave , wê hêzên liberal pê re kar bikim ji ber ku hêzeke li ser erdê heye û dikarin li hemberî hêzên tundrew biwestin.
Her weha Rojava neçarin di pêşerojê de, piştbestbin bi vê hêzê wek nimûneyeke li ser erdê, wê di pêşerojê de digel hêzên liberal yên Yekîneyên Parastina Gel û Artêşa Azad bikevin hemaqhengiyê.
   
Di barê serdana Serfermandarê Encûmena leşkerî ya Heleb û Idlibê Ebdul Cebar Agîdî ji Efrînê re û digel serfermandarê giştî YPGê hevdîtin pêkanîbû de, Zara Misto wiha nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re anî ser ziman û got: Serdana Agîdî jib o Efrînê gelek riyên wê hene û wê li wir qonaxeke nûh dest pê bike di dema ku Emerîka dest bi lêdana DAIŞ`ê bike û ew serdan jî tê naskirin ku jib o ku êdî Kurd jî di mijarê de wek jimareyek bêne dîtin çi di aliyê leşkerî û çi di aliyê siyasî de be, wê erênî be û ewê ku YPG`ê kirî pir rast e ji ber ku berjewendiya gel di ser hemû berjewendiyan re ye.

Sernivîserê malpera Welatî.Netê jib o lêdana Emerîka ji bingehên leşkerî yê DAIŞ`ê tiştekî erênî ye û tê pêşwazî kirin, ji ber ku DAIŞ wek projeyeke li dijî tevahiya Sûriyê ye û ti kesan cuda nagre, DAIŞ her wek Zaletanê ye û dibê ku bê jinavbirin.

*Endamê politburoya Partiya Demokrat A Kurdistan-Sûriye Mistefa Oso di daxuyaniyeke xwe ji PUKmedia`yê re ya di derbarê Gelo Emerîka wê bi bê hemahengî digel Kurd bike li dijî DAIŞê lê na..? ragihand : DAIŞ, bi terora xwe û bi xwînmijî û hovîtiya xwe.., Bûye metirsiyek tirsnak, bûye gefek mezin li ser tevahiya deverê û herwiha hereşeye li ser seqamgêrî û ewlehiya navdewletî, ji ber hebûna gelek çeteyên bêyanî û ji gelek regezan di nav refên vê rêxistina terorîst de, ji ber vê çendê Encûmena Asayîşa Navnetewî biryara (2170) da, û li jêr benda 7an têperand dijî rêxistina DAIŞ di Sûriya de, tevlî rabûna firokên Emerîkî bi hin firînan li ser esmanê Sûriya yê.

 Her weha di derbarê hemahengiya Emerîka digel çi hêz û aliyekê de, Oso dazanîn ku lê heta niha nediyare dema ku Emerîka li DAIŞ bide wê ligel çi aliyê hemahengiyê bike, lê bi baweriya min aliyê amade yê hemahengî ligel bête kirin ewe kowalisyona Niştimaniya Sûrî ye û hêzên wê yên leşkerî ne. Û dibe bi hin aliyên dîtire jî hemahengiyê bike lê hêşta nediyare, lê nayê pêşbînîkirin û dûre Emêrîka hemahengiyê bi rêjêma Esed bike, ji ber di çavê Emerîka de rêjîma Esed jêder û maka terorê ye û rewatiya xwe ji dest daye.
Di barê lêdana bingeh û cihên DAIŞê li Sûriyê, Mistefa Oso wiha ji PUKmedia`yê re axifî: Herwiha bi baweriya min Emerîka Cidî ye li ser mijara lêdana DAIŞ, û daxuyanên berpirsên Emîrîka,ne bi tenê ji bo kêmkirina xem û pêzariya xêzana rojnamevanê Emerîkî Cimîs Folî yê serjêkirî bi şêweyekî hovane li ser destê rêxistina DAIŞ ya terorîst.

Lê ji bo serdana fermadarê Artêşa Azad ya Sûrî Ebdulcebar Agîdî bo Efrînê û digel fermandarên YPGê hinek rêkeftin kiribû, Endamê politburoya PDK-S wiha pê de çû û got: Bêguman, serdana Ebdulcebar Agîdî bo Efrînê, ji bo hemahengiyê li gel hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye, ji ber ku îro DAIŞ gefeke mezine li ser navçeyên Heleb û gundewarên wê, ji ber vê metirsiyê û ji bo rûbirûbûna terora DAIŞ`ê ya hov û dirinde, pêwîste hemû alî bi hev re hemheng û alîkar bin, tevlî ku Agîdî ji berî niha dijayetî dikir li hember gelê kurd û gelek daxuyanî dane li dijî gelê kurd, lê qonaxa îro ya gelê Sûriyê bi giştî û ya gelê kurd bi taybetî têde derbas dibe, qonaxek gelekî tirsinak û wird û hestyare, pêwîstî heye bi hevgirtin û yekrêziyê bo serxistina Şoreşa Sûrî û rûxandina rêjêma serkodkar û stemkar.. Û herwiha rûbirûbûna tevahîya reng û şêweyên terorê û di destpêkê de rûbirûbûna terora rêjîmê û terora DAIŞ.

Nivîskar û endamê komîteya ragihandina wezareta derva ya hikûmeta Efrînê Delîl Mihemed Hesen di barê şerê li dijî DAIŞ`ênêrîna xwe ya gelê Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihand ku dû salin gelê me yê Kurd li Rojava li hemberî van çeteyan berxwedide, lê qet kesî gazinca hawara gelê me nedikir, û tu caran me serê xwe li hember van çeteyên DAIŞê netewand.

Delîl di berdewamiya axiftinên xwe de, wiha pê ve çû: Dewletên ku di bin masê re alîkariya DAIŞê dikirin li hemberî gelê me îro di metirsiyeke pir mezin de dijîn, ji ber metirsiya DAIŞê, sînorên Sûriyê derbaskir û êdî li deriyê wan didê. Lewma em dibînin hêzên navnetewî û di serî de Emerîka di nav tevgerekê de ne. Her çiqas gilî û qazincên opozisiyona Sûriyê ji bo mudexelyeke esmanî hebana jî Emerîkayê ew gazinc têkdişkandin, lê îro em dibînin hazirtiya xwe ji bo lêdana DAIŞê dikê. Hinek ji xelkê me yê Kantona Efrîn dibêjin ew bi va lêdanê re ne, madem armanca wê pûçkirina DAIŞê ye. Pir kes dibêjin ji bo ev lêdana esmanî cihê xwe bigire û bi encam be divê hevahengiyek bi hêzên li ser erdê re were çêkirin.

 Lê ser helwesta Emerîka ji hêza YPG `ê re dibje: Emerîka hîna nêrîna xwe li ser YPG bi awayeke fermî zelal nekiriye, û weke em dizanin piraniya sînora herêmên kurdî li Sûriyê bi herêmên di bin kontrola Daişê de re grêdayî ye, ango hevahengiyek bi YPGê re pêwîste.

 Divê ev lêdan tenê cih û deverên ku Daiş lê heye armanc bigire, anjî divê Emerîka mudaxeleya rewşa hundirîn a li Sûriyê yê di nav şer de nekê û piştgiriyê nedê tu aliyan li ser hesabê aliyên din û bi taybetî komên radîkal. Eger bike jî divêbi zanebûn be, hin kes jî dibêjin ku divê ev lêdan asta lêdana asmanî derbas neke ji ber ew li dijî mudaxeleya li ser erdê ne û rewşa Êraqê weke mînak didin nîşan. Metirsiyên gelê me ji lêdana nuqteyên sitracêtîk yên YPGê di bin navê "şaşêtiyê" de heye.

 Her weha di derbarê egera beşdarbûna firokeyên Tirkiyê de yê Hesen aşkire kir ku gelek kes jî dibêjin eger Turkiyê bi awayekê aşkere an veşartî beşdarî va lêdanê bibê ewê li dijî wê derbikevin. Weke em dibînin xelkê me va biriyara Emerîka ji lêdana asamanî li DAIŞê bi dilekî nerihet dinirxînin.

Her weha li ser daxuyaniya Obama û biryarê Encûmena Asayîşa Navnetewî yê di derheqê DAIŞê de, fermanderê hêzên YPG`ê li Başûrê Kurdistan Polat Can di rûpela xwe ya fermî de ragihand ku ew weke Yekîneyên Parastina Gel bi awayekî pir çalak amade ne ji wê pêngavê re tako DAIŞ`ê ji bin ve rakin. Her weha Polat Can wiha nivîsiye: Amade ne bi awayekî axtîv û xort di şerê dijî DAİŞ de di hevpeymaneke navnetewî de cih bigrin. Di vê derbarê de em YPG xwedan ezmûneke başin.

Rêportaj: Hozan Efrînî..

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket