LG jî demjimêra xwe ya jîr ragihand.. bi vîdyo

kurdistani 07:06 PM - 2014-08-27
"LG G Watch R"

"LG G Watch R"

Her çendê google îsal sê demjimêrên jîr bi şêweyekî fermî pêşkêş kirin û ji aliyekî din ve Motorêla jî demjimêra xwe a jîr pêşkêş kir û gelek bal kişand bi ser demjimêra xwe ya gilover, kompaniya LG a Korya başûr jî berê xwe da bazara demjimêrên jîr û demjimêra xwe ya jîr ragihand.

Kompaniya LG ya Korya başûr bi vîdyoyekê li ser YouTub`ê demjimêra xwe ya jîr a bi navê "LG G Watch R" ragihand, ev demjimêr dê hefteya bê li pêşengeha teklonojî IFA 2014`e bête pêşkêş kirin.

Demjimêra jîr a LG xudî wê teybetmendiyê ye ku  gilovere û ne weku demjimêrên din ên jîrine kuew  çar koşe bûn û ronahiyên  wê gelekî bal kêşin.

Ji aliyekî din ve li bazara demjimêrên jîr rikberiya di navbera kompaniyayên mezin de her derê xurtir dibe, çav li rê ye ku HTC jî kopya xwe ji demjimêrên jîr di werza pêhvedanan de eşkere bike û Apple jî di demeke nêz de demjimêra xwe ya jîr iWatch derxîne holê.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket