Îro Bûka Deşta Sirûcê xemgîn e-Dildar Şeko

kurdistani 04:50 PM - 2014-08-25
Îro Bûka Deşta Sirûcê xemgîn e-Dildar Şeko

Îro Bûka Deşta Sirûcê xemgîn e-Dildar Şeko

Îro Bûka Deşta Sirûcê xemgîn e
Îro dilê berdewam bi kul, xemgîn e
Lê xweş diyar e ku ev xemgînî bi mizgîniya yekcarî ya azadiya gelê min avis e.
Em bi xwe bawer in
Xwe ragire Kobanê
Îro roja xweragirtinê ye

Ew axa ku bi hezaran can jê re nebin xelat
Ji wê axê re hergîz nahête gotin welat

Her di wê demê de,
Ew dema ku
Birînên Spartakus xamûj digirtin
Ji aliyekî Tîber
Ji aliyekî Gurê Gal Zû
Di hemî eniyan de bi ser dikeftin

Di wê serdemê de
Ew serdema ku Waşûkan
Dubare bi ser xwe ve dihat
Û di ser Zagrosan re
Maçên Azadiyê
Ji evîndarên xwe re
Bê minet dihinart..
Dergehê bê dergeh
Li ruyê Sêmalka dihat dadan.
Cûdî serbilind
Bêxêr serşor
Xîzil dîsa giriya
Xabûr her naliya
Mehan şerm kir
Salan şerm kir
Deman şerm kir
Îsê dilan şerm kir
Maka kulan şerm kir
Şermê ji şermê şerm kir..
Her di wê demê de
Ew serdema ku Gurê Gal Zû
Bi arteşa xwe ya ji zarokên agir û rojê
Deşta Mêrdînê dibû ber xwe û
Di ser Evdilezîzê re Şengal û Amanos bi hev girê dida
Tenê keyê Pîrmam bêşerm simbêl badida..
Her di wê serdemê de
Ew serdema ku
Dinya li serê Orhano bibû tara bêjingê
Û Ji kerba de
Dîwarê rûmetê serûbin diderizî
Li xoristana dilan
Li taxa jêrîn
Li newala betûma
Diza ji diza didizî
Erd û asman dilerizî

Her di wê serdemê de
Ew serdema ku
Bîr û rewşen ji hev cuda dibûn
Helbest û helbestvan
Bi sê telaqê bêfitû hev berdidan
Herodot jî li aliyek simbêl badidan
Û li aliyekî jî pênûsê di nav pêçan de
Gava serserî serserî digevizî
Li Xoristana dilan
Li taxa jêrîn
Li newala betûma
Diza ji diza didizî
Erd û asman dilerizî
Birînên Spartakus xamûj digirt
Û Tîber

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket