DAIŞ turşû û fistiqan qedexe dike

kurdistani 09:55 AM - 2014-08-25
DAIŞ`ê 2 cûrên xwarin qedexe kir

DAIŞ`ê 2 cûrên xwarin qedexe kir

Çavkaniyeke agahdar ji parêzgeha Mûsil`ê ragihand ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ) biryar da ku kirîn û firotina Turşû û çerezan bi her awayî li bazarên wê bajarî qedexe bibe.

Sûmeriye News li ser zarê çavkaniyekê belav kiriye ku Rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ) biryar daye ku welatiyên Mûsil`ê kirîn û firotina Tirşû û çerezan bi her awayî nekin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê kiriye ku, çekdarîn Rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ) dukanên firotina Turşû girtine û bireke zor ji Tirşû yê di nava dukanan de têk daye.

Çavkaniyekê ku, nexwestiye navê wî bê aşkerekirin got: Nerazîbûna welatiyên Mûsil`ê li hemberî vê biryara Rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ) dirust bûye û wê biryarê bi biryarek seyr û ecêb dibînin jiber ku, Mûsil bi Tirşû û bazarkirina bi Dendikan bi navûdeng e.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket