Dr. Berhem: Tawanên terorê nikarin pêkvejiyana Kerkûkê têk bidin

kurdistani 11:24 AM - 2014-08-24
Dr. Berhem Salih

Dr. Berhem Salih

Duh roja şemiyê 23/8/2014`an,  Dr. Berhem Salih piştî teqînên terorîstî ên ku li bajarê Kerkûkê rûdan peyamek belav kir.

Di peyama xwe de Dr. Berhem Salih got: Mixabin çend teqînan bajarê Kerkûkê hejandin û têde gelek welatiyên sivîl û pêşmerge û asayîş şehîd û birîndar bûn, eve jî ne cara ewile ku destê terorê Kerkûkê dike armanc.

Dr. Berhem got: Bajarê Kerkûkê, ev bajarê Kurdistanî yê kevnar ji berê de bajarê pêkvejiyana hemû poêkhateyan bûye , jiber vê jî ev tawanên terorîst nikarin pêkvejiyanê li vî bajarî têk bidin. Ez teqez di wê baweriyê de me ku zaroyên bajarê Kerkûkê yên qehreman dê bikarin bi mêrxasî li dijî terorê rawestin û biser bikevin.

Li dawiya peyama xwe de jî Dr. Berhem Salih serxweşî li hemû malbatên şehîdan kir û şifa bo birîndarên teqînê re xwest.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket