Herêm Kemal Axa: Parastina kêmîneyan erkekî exlaqiye

kurdistani 11:17 AM - 2014-08-23
Herêm Kemal Axa: Parastina kêmîneyan erkekî exlaqiye

Herêm Kemal Axa: Parastina kêmîneyan erkekî exlaqiye

Serkirdeyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsê rêxistinên Duhokê Herêm Kemal Axa duh roja înê bi hevalîniya şandekê ku ji mire ola Êzîdî mîr Dasin Beg û kadirê ragihandinê ya televizyona Belcîkî (VRT) serdana bereyên şer ên pêşmergan li bajarokê Başîqa kirin.

Di wê serdanê de Herêm Kemal Axa û şanda pêre serdana (Dêr Mar Mitî) a ku di sala 330 zayînî kirin û ji aliyê qeşe bav Adî Xidir hatin pêşwazî kirinê û her du aliyan li ser rewşa emnî ya piştî kontrolkirina çeteyên DAIŞ li ser piraniya navçeyên deşta Nînewa û derbederkirina mesîhiyan û Kurd û Êzîdiyan û Şebek gotûbêj kirin.

Herêm Kemal Axa teqez kir ku erkê parastina kêmîneyên olî û netewî li beramber êrişên DAIŞê erkekî exlaqî û mirovî û berpirsyartiyekî niştimaniye li ser hikûmeta herêmê, her weha daxwaz kir ku dive hikûmeta herêmê giringiyekê bide pirsgirêkên koçberan û her weha nameya piştevaniyê bi birayên mesîhî re ji politburo û serkirdeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gîhande wan.

Ji aliyê xwe ve qeşe bav Adî Xidir spasiya şanda mêvan li ser wê serdanê û giringîdana bi rewşa mesîhiyan kir û her weha spasiya serokê herêmê Mesûd Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bo xizmetkirina penaberan kir.

Her weha daxwaza tendirustiyek baş û temen dirêjî ji serok Mam Celal re xwest û hêviya xwe anî ziman ku vegera cenabê wî dê ferastên demokrasiyê û avakirina aştiyê li qada siyasî bercest bike.

Piştre jî Herêm Kemal Axa li gel şanda pêre serdana yekîneyên pêşmerge ên li çiyayê Başîqe ên di sengerên pêş dene kir.

PUKmedia/Şakir Mihemed- Başîqe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket