Kurdistaniyên li Ewropa bang li wijdanan dikin

kurdistani 07:15 PM - 2014-08-17
 Kurdistaniyên li Ewropa bang li wijdanan dikin

Kurdistaniyên li Ewropa bang li wijdanan dikin

Li bajarê Marsîlya yê Fransa, li Lînz a Avusturya, Sîdney a Awûstûralya û Mûnîh a Elmanya êrîşên DAIŞ hatin şermezarkirin. Fransî û Berberiyên tevlî merasîma li Marsîlya bûn xwestin PKK’ya gelê Şengalê ji tradejiya mirovatiyê rizgar kirine ji “lîsteya terorê” bê derxistin.

Li bajarên Ewropa çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Şengal û Mexmûrê didomin.  Li bajarê Hannover ê Elmanya li gel meşa bi tevlîbûna 50 hezaran li welatên din jî xwepêşandanên şermezarkirinê tên lidarxistin.

MARSÎLYA

Kurd û dostên wan ên li bajarê Marsîlya yê Fransa dijîn terora DAIŞ bi mîtîngekê şermezar kirin.

Mîtîng, di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJKE) de li qada Canebîere pêk hat.

Di daxuyaniya li ser navê TJKE de wiha hat gotin, “Em ê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê, Mûsil û Şengalê bêdeng nemînin û li hember heqaretên li dijî jinên Kurd tu carî qebûl nekin. Ji ber vê em ê heya dawiyê têkoşînê bilind bikin.”

Nûnerê Partiya Komunîst Josîane Durîeux jî diyar kir,  HPG û YPG li hember qirkirina Êzîdiyan bû bend û pêwîst e ne tenê ji pêşmergeyan re yekser çekan bidin HPG û YPG’ê jî.

Joel Dutto yê li ser navê Koordînasyona Piştevaniya bi Kurdistanê re axivî û diyar kir ku divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û banga piştevaniya bi Kurdan re li raya giştî ya Fransa kir.

Li ser navê Komeleya Mafê Mirovan Phîllîpe Dîeudonne jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li herêmê û anî ziman ku NY ji bo aştiyê wezîfeya xwe pêk nayîne.

Nadya û Kader jî ku li ser navê komeleya Amazîgh axivîn gotin ku gelê Berberî bi Kurdan re bira ne û divê her du gel piştgiriyê bidin hevdu.

Mîtîng piştî banga ji bo meşa 23’ê Tebaxê saet 18:00’an bi dirûşmayan bi dawî bû.

LÎNZ

Li bajarê Avusturya Lînz bi heman armancê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga li Landstresse pêk hat, di kesayeta rojnamevan Denîz Firat a di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Mexmûr de jiyana xwe ji dest da ji bo tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.

Di mîtîngê de Parlamenterê Partiya Keskan a Meclîsa Eyaleta Avusturya Efganî Donmez, diyar kir Parlamenterên Parlamentoya Ewropa yên Partiya Keskan çûne wir û lêkolîn pêk anîne. Donmez got; “Bi qasî nedîtina ev mirovên ku ji ber bawerî û çanda xwe hatine qetilkirin nedîtina vê komkujiyê talûkeyeke pir mezin e” û bang li raya giştî ya Ewropa kir da ku bêbertek nemînin.

Mîtîng bi dirûşmayên; “Gestern Rojava, Heute Şengal, Morgen Europa; Stoppt den Volkermord-duh Rojava, îro Şengal, sibe Ewropa; komkujiyê rawestînin” hatin gotin.

SÎDNEY

Li bajarê Awûstralya Sîdney komkujiya li Şengalê bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û Kurdistaniyên ji 4 parçeyên Kurdistanê hat şermezarkirin.

Di xwepêşandana li ber televîzyona kanal 7 ji bo çapemeniya Awûstralya jî peyam hat dayîn.

Li ser navê girseyê Hevserokên Komeleya Kurd a Sîdney çend daxuyanî dan û bi peyama “Bêdengiya li hemberî zilmê qebûlkirin e”, bang li hikûmet û çapemeniya Awûsturalyayê hat kirin.

MÛNÎH

Li gelek bajarên Elmanya çalakiyên kon ê hefteya buhrî hatin destpêkirin didomin. Çalakiya kon a li Mûnîhê 6 roj e didome. Di çalakiya li Rîndermarktê, DIDF Mûnîh piştgirî da.

Çalakî îro li Stachusê berdewam kir. Çalakiya kon her roj li ser caddeyeke qerebalix didome.

PUKmedia-ANF

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket