YPG`ê zarokekî Êzîdiyan li ser Çiyayê Şengalê dîtin

kurdistani 11:07 AM - 2014-08-16
YPG`ê zarokekî Êzîdiyan li ser Çiyayê Şengalê dîtin

YPG`ê zarokekî Êzîdiyan li ser Çiyayê Şengalê dîtin

Li ser Çiyayê Şengalê, zarokekî biçûk yê kurdên Êzîdî hat dîtin.

Ev zarokê di wêneyê de tê dîtin, li Çiyayê Şengalê ji aliyê Şervanên Yekîneyên Parastina Gel(YPG)ê ve hatiye dîtin, niha li nexweşxaneya Dêrikê ye, her kesê ku wî nas bike bila yekser serdana nexweşxaneyê bike.

Di wê barê de, jêdereke agahdar li bajarê Dêrikê ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku duhî li bajarê Dêrikê, zarokeke biçûk yê kurdên Êzîdî, ji aliyê hêzên YPG`ê ve li çolê hatibû dîtin û derbasî Dêrikê kirine û xistine nexweşxaneya giştî ya Dêrikê.

Wê jêderê dazanîn ku rewşa tenduristiya wî zarokî başe û her kesî bi riya vê wêneyê wî nas bike an jî zanyariyên li cem wî hebin dikarin yekser werin bo serdana nexweşxaneyê tako werbigrin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina navçeya Şengalê ji aliyê çekdarên DAIŞê yên terorîst ve, dest bi komkujiyan û revandina jin û keçkên kurdên me yên Êzîdî kirin û ji ber wê yekê, bi sedhezaran kurdên me koçberî Çiya ş newalan bûn tako jiyan û namûsa xwe rizgar bikin.

Her weha bêhtir ji 700 jinên kurd derbasî Mûsilê kirin û bêhtir ji 500 kesan serjêkirin û heya niha jî ew tiracîdiya li ser wan berdewam e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket