Peyama Şêx Îsmaîl Şêx Xalef Şengalî

kurdistani 08:31 PM - 2014-08-11
 Peyama Şêx Îsmaîl Şêx Xalef Şengalî

Peyama Şêx Îsmaîl Şêx Xalef Şengalî

Bi navê Xudayê Mezin û dilovan
Bi navê Tausî Melekê Ezîz
 
Hevalan, weku hûn dizanin eve çend Rojên borîn, weku gelek caren, dîsa fermanake giran bi ser xelkê Êzidî de, li Çiyayê Şengalê ruda. Ev Ferman û Genozid (74) li dijî milette Êzidî hatiya kirin.
 
Em vê fermana giran şermezar dikin û dengê xwe digehîn hemû Cihanê û bi taybetî Amerika (UN) û dewletên Europî li hawara vî miletê bê gunah û feqîr û hejar bên û ji destê kafirên DAIŞê rizgar kin. bi hezaran kes ji miletê Êzîdî kuştin û serê wan di berîn û har wesa keç û jin û zarokên me bê ser û şûn kirin.

Har waha be hezaran ev xelekê Êzîdî derbeder bûne û Tî û bersî û pêxwas bûne. Bi 100 dan kes li çolan mirin. Daxwaza me ewe bi zutirîn wext, me je vê zilmê rizgar biken. Li ser vê çendê, gelek xwepêşandan le saransarî cîhanê hatina li darxistin.
 
Çendîn cara ji bar bilindkirina Ala Kurdistanê Şer û bihevçûn çêbûne. Divêt, em weku Êzîdî, ne li dijî vê çendê bin û em ti caran ne li dijî hîç kasekî an jîi diyanetikî bûyna. Lawra em pewîstî harikariyê ne ji her layenekî.
 
Em destxweşiye li awan mirovên welatparêz dikin û awên xaka xwe deparêzên bi taybetî


Yeketi Nîshtimanî ya Kurdistan(YNK)

Hêza Parastina Gelê Kurdistanê (HPG)

Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

Bijî Berxwedana Êzîdî

Bijî Êzîdiyet


Şêx Îsmaîl Şêx Xalef Şengalî
 
09.08.2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket