Mafê Mirov: DAIŞ`ê bi sedan kurdên Êzdî zindîberçal kirine

kurdistani 08:37 PM - 2014-08-10
Mafê Mirov: DAIŞ`ê bi sedan kurdên Êzdî zindîberçal kirine

Mafê Mirov: DAIŞ`ê bi sedan kurdên Êzdî zindîberçal kirine

Wezîrê mafê mirov yê Êraqê ragihand ku Rêxistina Terorîstî ya bi nav DAIŞ`ê 500 welatiyên Êzdî zindîberçalkirine(Enfal).

Wezîrê mafê mirovan ya Êraqê Mihemed Şeya Sudanî ji Ajansa Reuters`ê re ragihand ku Rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst bi sedan welatiyên Êzdî yên sivîl ji jin û zarok û pîran revandine û bêserûşûnkirine û piraniya wan Enfal kirine.

Jêdereke fermî ji Ajansa Francpress re ragihand ku bêhtir ji 20 hezar welatiyên kurd yên Êzdî ku piraniya xwe zarok û jin bûn, bi destê hêzên Kurdî rizgar bûn û vegerandin sînorê Fîş Xaburê lbi riya Rojavayê Kurdistanê re bo Herêma Kurdistanê.

PUKmedia
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket