Êzdiyên Emerîkayê li pêş Koçka Sipî xwepêşandan dikin

kurdistani 06:10 PM - 2014-08-09
Êzdiyên Emerîkayê li pêş koçka sipî xwepêşandan dikin

Êzdiyên Emerîkayê li pêş koçka sipî xwepêşandan dikin

Êzdiyên Emerîkayê wê îro li pêş Koçka Sipî ya wî welatî xwepêşandanekê li dijî DAIŞê bikin.

Îro demjimêr 1 bi dema Emerîka û 6 bi dema Kurdistanê, kurdên Êzdî yên li Welatên Yekbûyî ya Emerîkayê, ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Şengaslê û daxwaza alîkariyê ji Emerîka bikin tako destêwerdana bo rizgarkirina  xelkên  Êzdî ji dest komkujiyên terorîstên DAIŞ`an bikin.

Di wê barê Rojnamevan û bêjerê Dengê Emerîkayê Robîn Reşwan ji PUKmedia`yê re ragihand ku, ji bo şermezarkirina komkujiyên DAIŞê li dijî xelkê Şengalê û daxwazkirina piştîvaniyeke sertanserî ji bo rigarkirina wî xelkî, îro demjimêr 1 bi dema Emerîka û 6 bi dema Kurdistanê, wê xwepêşandaneke girsayî li ber koçka sipî ya Washntonê birêve biçe.

Rojnamevan Robîn Reşvan dazanîn ku, dê di wê xwepêşandanê de, hejmarek ji kurdên Êzdiyên yên nîştecîyên Emerîkayê ne, bi awayekî giştî û çalaktir beşdarî wê xwepêşandanê bibin û wê êrişên komên şekdar yên terorîst li ser Kurdistan û bi taybet Şengalê şermezar bikin.

Hêjayî gotinê ye ku duh roja 8-8-2014`an, Serokê Emerîka`yê Barak Obama aşkire kir ku eger DAIŞ ber bi Hewlêrê birêkeve Emerîka wê bi firokeyan lê bide, û ji bo qirkirina gelê Şengalê jî, got em bêdeng nabin û emê bi hemû hêzên xwe wan biparêzin tako ti komkujî bi ser wan de nebe.

Ji aliyê xwe ve jî, wezareta berevaniya Emerîka`yê ragihand ku wan dikarî bi awayekî serkeftî alîkariya kurdên Êzdî li derdora Şengalê bikirina bi riya daxistina komekên xwerin û vexwerinê.

PUKmedia-Hozan EfrînîSave

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket