Ji pêşmergeyetî bo koşka serokkomariya Êraqê

kurdistani 04:30 PM - 2014-08-02
Ji pêmergeyetî bo koşka serokkomariya Êraqê

Ji pêmergeyetî bo koşka serokkomariya Êraqê

Jiyanameya Dr. Fuad Masûm:

Mihemed Fuad Mesum Hewramî kurê Amînexanê ye û bi (Dr. Fuad Mesum) tê naskirinê. Hevalê zaroktî û gêncîtî û pêşmergayetî yê Mam Celale. Di sala 1938`an li bajarê koyê yê başûrê Kurdistanê jidayîk bûye.

Dr. fuad Mesum di temenê 18 salî de li dibîstanên olî yên Kurdistanê de xwendiye. Sala 1958`an diçe Qahîrayê û li zanîngeha Ezher dest bi xwendina zanistên îslamî dike û bawernameya bbekaloryos û master bi dest dixe û piştî wê bawernameya diktorayê li heman zanîngehê li ser felsefê bi dest dixe.

Mihemed Fuad Masûm siyasetmedareke Kurd a lîbrale, ji malbateke olî ya mezine, ew Mihemed Fuad kurê Şêx Mela Masûm e,bavê serokê zanistinên olî yên Kurdistanê bû û ji ew kesan bû ku banga ji hev nêz kirina mezhebî û pêkve jina di navbera olan de dikir.

Her wiha Mihemed Fuad Masûm Hewramî Kurê Emînexane û bi Dr. Fuad Masûm tê nas kirin, ji serdema zaroketiyê ve hevşar û ji serdema ciwantiyê hevrê û rêhevalê çiya û bajaran a Mam Celal bû, sala 1938 li başûrê Kurdistanê li bajarê Koyê ji dayîk bûye.

Malbata wî ji xelkê gundê Xerpanîn e ya ser bi navçeya Hewraman a Başûrê Kurdistanê ve ye, bavê wî li ser destê meleyê mezin a Koyê îcaza meletiyê wergirtiye, ji ber vê malbat wî ligel malbata Mam Celal ji du malbatên mezin ên olîne li bajarê Koyê û ji zaroketiyê ve ligel hevin û rêhavlên hevin.

Dr.Fuad Masûm taku temanî 18 saliyê li dibistanên olî xwend, pişt re di sala 1958 diçe Qahîra û zanîngeha Ezher xwendina xwe ya zanistiya Îslamî temam dike û bawernameya bekeliryos û master bi destdixîne û li heman zanîngehê di warê Felsefê de Diktora werdigire.
Dr.Fuad dibe endamê Partiya Komonîst a Îraqê, lê pişt re dema diçe Sûriyê û çav bi sekreterê Partiya Komonîst a Sûriyê Xalid Pegdaş dikeve û helwesta wan derbarê kêşeya Kurd de nas dike, dev ji komonîstiyê berdide û di dawiya 1964 dibe yek ji encamên Partiya Demokrat a Kurdistanê.

Sala 1968 li zanîngeha Basre bû mamosteyê zango û di hema demê de berpirsê komîta navçeyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.
Di navbera salên 1973-1975 nûnerê Barzanî û Şoreşa Kurdistanê bû li Qahîra.

Di sala 1976 de yek ji dameznînerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû, û taku sala 1992 jî sekreterê Yekîtiya Şoreşgeran bû, hêjayî gotinê ye ku bi giştî tê nas kirin ku Yekîtiya Şoreşgeran ligel Komela Rencderanî Kurdistan û Bizutnewa Sosyelîst a Kurdistanê Yekîkî avakirin.
Dr.Fuad di sala 1992 bû serokê yekem kabîna hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di sala 1994`an de li zanîngeha Selahedîn serokê komîta gengeşekirina nameya macistêr a xwendakarekî bû ku pişt re li Îraqê hate naskirin ku ew jî Nûrî Kamêl Malîkiye ku nihajî serokwezîrê karbirêve dibe li Îraqê.

Ji roja ku YNK`ê hatî damezrandin ve ji sala 1976 de her dem an endamê mekteba siyasî bû yam endamê kargêr ê makteba siyasî ya YNK`ê bû.

Piştî ku rêjîma Sadam di sala 2003 de rûxiya çû Bexdadê û endamê şanda ku nûnertiya Başûrê Kurdistanê dikir bû.

Di sala 2004 de serokê yekemîn parlemantoya demkî ya Îraqê bû piştî rûxana rêjîma Sadam.

Ji sala 2005 ve endamê parlemana Îraqê ye.

Ji bo xolan serokê her serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê bû di parlemantoya Îraqê de.

Di dawî de mayê em bêjin ku Dr.Fuad Masûm di salên dawî yên şêsî ji sedsala bihurî ligel Ronak Ebdulwehîd Mustafa hevserî kiriye, pênc keçên wî hene, bavê kurekî bû lê kurê wî di temekî ciwan de jiyana xwe ji dest da.


     Serok Masûm: Ezê li ser şopa Serok Mam Celal bimeşim

Serokkomar Fuad Masûm îro înê 25 /7 / 2014`e li Bexdadê pêşwazî li serokê hevpeymana nîştimanî ya Êraqê Îbrahîm Caferî kir.

Di hevdîtinê de heru aliyan derbarê pirosa siyasî de û qonaxa niha Êraq di nav de derbas dibe û erkên pêşerojê gotebêj kirin û nirînên xwe diyar kirin.

Ji aliyê xwe ve Dr.Caferî bi bona hilbijartina Dr.Fuad Masûm bo postê Serokkomariyê pîrozî li Dr.Masûm kir û da xuya kirin ku ew bi giştî piştgiriyê didin Serokkomarê nû û hêvîdarin ew di xebata xwe de serkeftî be.

Her wiha Serokkomar îro înê sibe li Bexdadê pêşwazî li serokê encumena bilind a Îslamî Amar El-Hekîm û şande digel de kir.

Di hevdîtinê de Amar El-Hekîm di serî de Dr.Fuad Masûm bi bona hilbijartina wî bo posta serokkomariyê pîroz kir û da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve piştgiriyê didin serokkomarê nû.

Ji aliyê xwe ve serokkomar Dr.Fuad Masûm di hevdîtinê de tekez li ser wê yekê kir ku dê ew li ser şopa Serok Mam Cela bimeşe û dê hewl bide her dem di navbera aliyan de hevdengiyê biparêzê, û ti carî ne aliyek be li dijî aliyek din.

Her wiha di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Êraqê û xebatên sazkirina hiokûmeta nû û astengiyên li pêşberî birêve çûna prisa siyasî derdikevine pêş nirxandin û şîrove kirin

Birûskeyên pîrozbahiyê yên serokkomariyê...

Meledînov: Serokkomar Fuad Masûm pîroz kir

Nûnerê teybet ê sekreterê giştî yê NY li Êraqê Meledînov bi helkefta hilbijartina Dr.Fuad Masûm weku serokkomarê nû yê Êraqê Dr.Fuad Masûm, encumena nûneran û gelê Êraqê pîrzo kir.

Memedînov îro bi beyannameyekê da xuya kirin ku Dr.Masûm rêberek rêzdare her her jê re rêzê digre û dikarê diyalokê di navbera pêkhateyên Êraqê de birêve bibe û welat bîne ser hev û li pêşberî terorê rawest û dê NY ji aliyê xwe ve piştgiriyê bide xebata Dr.Masûm.

Meledînvo wiha pê de çû; Di nav van çed hefteyên bihurî de komên siyasî li Êraqê diyar kirin ku ew dikarin ligel hev bighêjên rêkeftinekê û serokkomar û serok parleman hilbijêrin, Meledînov her wiha da xuya kirin ku divê hemû aliyên siyasî ji ev gerim bûne hey sûd werbigirin û pirosa siyasî pêşve bibin û got; Ez bawerim ku dê serokkomar bi danûstandina  ligel hêz û komên siyasî de wê karibe   prosa sazkirina hikûmetê li gorî dema ku destur diyar dike pêşve bibe.

Hevseroketiya HDP`ê Serokkomarê nû Dr.Fuad Masûm pîroz kirin

Herserok Partiya Demokrasiya Gelan  HDP`ê û namzetê HDP`ê ji bo posat serokkomariya Tirkiyê Selahedîn Demirtaş û hevseroka HDP`ê Fîgan Yuksekdag bi bone hilbijartina Dr.Fuad Masûm ji bo posta Serokkomariyia Êraqê, pîrozî li Dr.Fuad Masûm kirin.

Hevserokên HDP`ê bi peyamekê  xweşhaliya xwe bi hilbijartina Dr.Fuad Masûm weku serokkomarê Êraqê anîn ziman û da xuya kirin ku hilbijartina Dr.Fuad Masûm ji bo aştiya di navbera gelan de pêngaveke girînge û wiha pê de çûn: “Hêviya me ev e ku pirsgirêka parvekirina petrolê ya di navbera hikûmeta Navendî û rêveberiya Herêma Kurdistanê de bê çareserkirin. Em wisa difikirin ku Serokkomariya we dê bandorên erênî pêk bîne.

Her wiha diyar kirin ku îro geşedanên li Rojava bandoreke neyênî li ser jiyana gelan dike. Em hêvî dikin ku Komara Êraqê bi serokkomariya we dê yekitiya gelan ava bike. Bi van hest û nêrînan em serokkomariya we careke din pîroz dikin.”


Wezereta Karê derve ya Êranê Serokkomar Fuad Masûm pîroz kir

Alîkarê wezîrê Karê derve yê Êranê yên kaûbarên welatên Ereb û Efrîqa Husên Emîr Ebdulheyan hilbijartina Fuad Masûm weku serokkomarê Îraqê pîroz kir.

Malpêra Êrna ya Êranê ragihand ku Emîr Ebdulelhyan tekez li ser wê yekê kir ku komara Îslamî ya Êranê dê her ligel Êraqê be û ji bo Êraqeke yekgirtî dê piştgiriyê bide Kurd, Sune û Şî`a.

Her wiha da xuya kirin ku birêve çûna porsa siyasî li Êraqê û girîngiya ku Êraq dide şerê li dij terorê destnîşan dike ku tu carî cihê terorê di pêeroja Êraqê de nîne.


Gul û Biden Serokkomar Dr.Masûm pîrzo kirin

Êvara pêncşemê 24 / 7 / 2014`e, her yek ji serokkomarê Tirkiyê Abdulah Gul û cîgirê serokê Emerîka Joh Biden bi telefonê hilbijatina Dr.Fuad Masûm bo posta serokkomariya Êraqê pîrzo kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Abdulah Gul ligel ku serokkomarê nû Fuad Masûm bi helkefta hilbijartina wî weku serokkomarê Êraqê pîroz kir, pirsa tendirustiya serok Mam Celal kir û bixêrhatine wî kir her wiha da xuya kirin ku ew hêvîdare her dem di nav tendirustiyeke baş de be, Gul wekî din peywendiyên herdu welatan hilgirt dest û ligel serok Fuad Masûm gotebêj kir û diyar kir ku ew hêvîdare ev peywendî li gorî berjewendiyên gelê herdu welatan de birêve biçin û bêne xurt kirin.

Ji aliyekî din ve cîgirê serokê Emerîka Joh Biden bi telefonê û bi navê serok Obama û bi navê xwe hilbijartina Dr.Masûm pîroz kir û di heman demê peywendiyên di navbera Emerîka û Êraqê de gotebêj kirin.


Kongira Gel û KNK`ê Dr.Fuad Masûm pîroz kirin


Hevseroketiya Kongira Gel bi bona hilbijartina Dr.Fuad Masûm bo posta serokkomartiya Êraqê bi peyamekê pîroz kir, her wiha Kongira Netewî ya Kurdistanê jî bi peyamekê serok Dr.Fuad MasûM pîrzo kir.

Hevseroketiya Kongira Gel di peyama xwe de got; Em hêvîdarin ev dema nû ji bo hemû gel û baweriyên Êraqê bibe amûreke aştî û aramiyê  û da xuya kirin ku ew weku Kongira Gel ji dilve siyasetmedarê Kurd Birêz Dr.Fuad Masûm a ji bo posta serokkomariya Êraqê hate hilbijartin pîroz dikin.

Her wiha Kongira Gel di peyama  xwe de diyar kir ku Dr.Fuad Masûm dê bi ezmûna xwe ya mezin di çareserkirina pirsgirêkên gelên Êraqê de xwedî roleke erênî be.

Kongira Gel di peyama xwe de wiha pê de çû: Li ser vî esasî, em Birêz Dr Fûad Mehsûm re di pêywira wî ya nû de serkeftinê dixwazin, hêvî dikin ku ev dema nû ji bo hemû gel û baweriyên Êraqê re jî bibe amûra  aştî û aramiyê."

Ji aliyekî din ve Kongira Netewî ya Kurdistanê KNK`ê  bi peyamekê bi navê konseya rêvebir a KNK`ê hilbijartina Serokkomar Dr.Fuad Masûm Pîroz kir.


Konseya Rêveber a KNK`ê de  di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Serokkomariya Dr.Masûm ji bo gelên Kurdistanê û careke din hat xwestin ku prisgirêkên navbera Kurdan û hikûmeta navendî de bên çareserkirin.

KNK'ê di peyamê de kêfxweşiya xwe ya ji ber hilbijartina Fuad Masûm ji bo Serokkomariya  Êraqê anî ziman û serkeftin jê re xwest .
Di peyamê de hat bibîrxistin ku piştî Celal Talabanî cara duyemîn Kurdek ji bo Serokkomariya Êraqê hatiye hilbijartin û hat destnîşankirin ku ji aliyê qezençkirina mafên gelên li Kurdistanê dijîn ve ev yek wê bandoreke erênî bike.

KNK'ê xwest di dema nû de pirsgirêkên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya weke pirsgirêkên sînor û parvekirina petrolê, bên çareserkirin. Konseya Rêveber a KNK'ê her wiha daxwaziya xwe dûbare kir ku bajarên Kurdan ên li derveyî sînorên Herêma Kurdistana Federal in, bi rêveberiya Kurd bên girêdan. Di peyamên de hat destnîşankirin ku divê ev daxwaza Kurdan ji aliyê nûnerên Kurdan ên li Bexdayê ve bê dîtin.



PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket