Ji jin û zarokan re projeyên pêşxistinê

kurdistani 07:57 PM - 2014-07-29
Ji jin û zarokan re projeyên pêşxistinê

Ji jin û zarokan re projeyên pêşxistinê

Wezareta jin a kantona Kobanê, dewreyên perwerdeya fêrbûna terzîvaniyê dan destpêkirin.

Bi armanca ku jin fêrî dirûtin û terzîvaniyê bibin û li kargehan bixebitin da ku debara jiyana xwe ya rojane bikin, Wezareta Jin a Kantona Kobanê dewreyên perwerdeyê ji 20 jinan re vekirin.

Jin di vê perwerdeyê fêrî hemû hunerên dirûtinê dibin da ku karibin di kargehan de kar bikin.

Her wiha wezaretê, Navenda Xwedîkirina Zarokan vekir da ku şagirtên astên seretayî û navîn derbarê madeyên wekî bîryarî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî û perwerdeyên hwd waneyan bibînin. Perwerde ji aliyê mamosteyên pispor tên birêvebirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku 80 şagirt tevlî vê perwerdeyê bûne û nîşan dan ku ev proje wekî gaveke ji bo pêşxistina hişmendiya zarokan e.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket