Kiyêv lêkolînkirina bûyera Boyingê asteng dike

kurdistani 07:38 PM - 2014-07-29
Kiyêv lêkolînkirina bûyera Boyingê asteng dike

Kiyêv lêkolînkirina bûyera Boyingê asteng dike

Kirdarên Kiyêvê astengiyan li pêşiya pisporên navnetewî dirust dikin û nahêlin,ku bi rengekî objektîv karîseta balafira Malêzî were lêkoînkirin. . Prosêsa leşkerî ya,ku artêşa Ûkraynayê li devera ketina balafirê birêve dibe, hevdije bi biryara 21 hizêranê ya N Y re. Û ji xwe belavkirina înformasyona `` sindoqên reş``, ziyanê dighîne lêkolînkariyan .

Bi tevî,ku du heftî di ser karîseta Boyinga Malêzî re derbas bûne jî, lê hînê dîmenekî tam derbareyê bobelatê de di dest lêkolînerên navnetewî de tune. Lêkolînerên ji Holanda, Almanya û rêxistina hevkarî û ewledariyê li Ewrûpayê, heroj tuşî astengiyan dibin û bê encam vedigerin bargeha xwe .

Her çiqas serokê Ûkraynayê soza agirbestê di çarçova 40 km an de dabû jî, lê kirdarên leşkerî nayêne betalkirin. Ji bilî,ku di encamê kirdarên leşkerî de lêkolîn tê derengxistin, êdî dîtina gelek berjengan, nemaze jî termê miriyan zehmet dibe. Eşkere ye,ku Kiyêv li ser lêkolînê ne balkêşe. Belê heta nûha daneyên amarzên xwe yên kontrolkirin aobjektîv jî pêşkêş nekirine. 

PUKmedia-D-R

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket