Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

kurdistani 04:35 PM - 2014-07-29
Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîrozلاشقئشىط

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîrozلاشقئشىط

Peyama pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz pêşkêşî tevahiya muslimanên Kurdistan û cîhan kir û ev jî deqa wê ye:

"Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Remezana pîroz ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistanê bi taybetî, Iraq û cîhanê bi giştî dikim. Pîrozbahiya germ ji bo malbatên serbilindên şehîdan dişînim, azadî û mayîna me berhema xwîna şehîdên serbilindên Kurdistanê ye û heta hetayê cihê şanaziyê ne. Pîrozbahiyekî germ ji bo Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê ku li senger û eniyan de bi pêşve bergiriyê li gel û welatê me dikin û canê xwe xistine serdest û bi azayetî û xweragirî û canfedayiya serwerî û azadiya Kurdistanê diparêzin û baweriyê didin gelê me ku paşarojeke geş li benda wê ye, her wiha pîrozbahiyê li hemû karmendên dezgehên emniyên Kurdistanê dikim ku gelek azayane bi navê parastina asayîşa welat û ser û malê hemwelatiyan şevnixunî dikin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkarî û vekirina dergeha vegerana aramiyê ji bo Iraq û navçeyê û hemû mirovayetiyê.

Em li demek de meha pîroza Remezanê bi rê dikin ku bi sedema şer û aloziyên Iraqê sedanhezar hemwelatî ji hemû pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyên cûda cûdayên Iraqê neçarbûne malên xwe bi cîh bihêlin û xwe spartine Kurdistanê, carekî din spasiya xelkê xweragirê Kurdistanê dikim ku ji bilî wê abluqeya nemirovaneya desthilatdarên Bexda xistine ser gelê me, yarmetiya lêqewimiyan daye û hewandina wê hejmara zêdeya koçber û lêqewimiyên li Kurdistanê bûye cihê sersamî û rêza civaka navdewletî.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim pişt û penaya Pêşmergeyên me yên qehreman bê û gelê me jî bigihe hêviya xwe ya ji mêjve û dawî bi hemû nexweşiyan bê".

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

29 Remezan 1435 Koçî

27.07.2014 Zayînî

PUKmedia-KRP.org

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket