Birûskeya pîrozbahiya serok Talebanî bi boneya cejna rojiyê
kurdistani 04:18 PM - 2014-07-29Birûskeya pîrozbahiya serok Talebanî bi boneya cejna rojiyê
Bi boneya hatina cejna Rojiyê ya sala2014`an, serok Mam Celal, bi riya birûskeyeke pîrozbahiyê, pîrozbahî li welatiyên Êraq û gelê Kurd û tevayîya musilmanên cîhanê kir.
Her weha ji bo xwendina naveroka wê birûskeyê, fermon evê li xwerê bixwînin:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Bi helkefta cejna Remezana pîroz, ez pir kêfxweşim ku pîrozbahiyên xwe pêşkêşî tevayî welatiyên xweşdevî yên Êraqê bi gişt çîn û tûyîjeyên wê dikim, ji Xwedayê mezin û mîhreban daxwaz dikim ku rojiyê her kesî bipejirîne , hêviya me ewe ku welatiyên Êraqê yên xweşdevî, ji vê rewşa nexweş û ne aram bi baweriyeke bê wêne û parastina yekrêziya miletê me û ezmûna demokrasiyê derbas bikin, û berdewam bin di avakirina Êraqeke demorat, azad, yekrêz û aram.
Vê helkeftê ji bo pîrozbahiyan li hemwelatiyên Kurdistanê bikim, û hêviya jiyaneke ewle, pêşketî û dewlemend, jiyaneke yekrêz û yekgirtî, biratî û hevkar bikim, û ji bo berdewam bin di hewildanên avakirina sîstemeke demokratîk û parlemanterî de, di çarçoveya destura Îraqê de ya welatiyên Kurdistanê pesend kirin û ji bo wê û avakirina demokrasiyê û azadiyê gelek qurbanî dan, weku derfetekê dibînim.
Bi vê helkefta pîroz jî, ez hemû xwîşik û bira, rêhevalên xwe yên di nav hemû alî û hêzên siyasî yên di welat de ne, her weha serkirdeyetiyên Êraqê yên dilsoz jî, bi germî pîrozbahiyê li wan hemûyan dikim û ez palpişta xebata wan ya pêkanîna hikûmeteke li gor desturê silav dikim û bi destê wan diguvişim û bang li wan dikim bi heman hêz û germahiya nîştimanî, xebatên sazkirina hikûmetê bidawî bikin, hêvîdarim ku rewşa nelibar ya ku Êraqê di nav de ye, bi baş binirxînin û berjewendiyên gelê Êrqaê li berçavan bigrin û bi ser berjewendiyên xwe yên teng û kesayetî û partîtiyê û yên tayefegeriyê re bigrin.
Her weha arîşeyên xwe derbas bikin û yek deng bin li hermberî êrişa terorê ya ku welat rûbirûyê bûye, tako parastina destkeftên ezmûna demokrasiyê ya li Êraqa nûh avabûye bê bisetxistin.
Dawakarim li Xwedayê mezin û mîhreban we biparêze ji bo xizmekirina welatiyên Êraqê ku bi aramî girtina pir ji ber vê welatî kuazarê dikişînin.
Hêviya min ewe ku hûn tevahî cejneke xweştir derbas bikin û hemû salên we di xweşîiyê de bin.
Birayê we yê dilsoz
Mam Celal
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24