Rêvebiriya Xweser a Demokratîk serokkomar Fuad Masûm pîrzo kir

kurdistani 07:33 PM - 2014-07-27
Rêvebiriya Xweser a Demokratîk serokkomar Fuad Masûm pîrzo kir

Rêvebiriya Xweser a Demokratîk serokkomar Fuad Masûm pîrzo kir

Hevrêziyia hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr,Kobanê û Efrînê) bi bona hilbijartina Dr.Fuad Masûm weku serokkomarê Êraqê bi beyannameyekê Dr.Fuad Masûm pîroz kir.

Hevrêziyia Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di beyannameya xwe de ku wêneyek jê ji PUKmedia yê re hat, da xuya kirin ku ew  bi navê xwe û Rojavayê Kurdistanê gelê Êraqê bi tev hemû pêkhateyan û netewan ve bi helkefta hilbijartina we weku serokkomarê Êraqê pîroz dikin, û em ji aliyê xwe ve pîrozbahiyên xwe yên gerim arestey we dikin û diyar kir ku Gelê Êraqê bi teybet di van demên zor de pêdiviya wî bi kesayetiyeke weku we zane hêja û bi serbir heye, her wiha da xuya kirin ku ew weku Rêvebiriya Xwesr a Rojava hêvîdarin Dr.Fuad di erk û xebatên  xwe de serkefî be, rûpelên pevçûnan li Êraqê bigre û Êraqê berve pêşerojeke nû ve bibe ku hevpariyeke rasteqîne di navbera hemû pêkhateyên wê de avabibe.

Hevrêziya Rêvebiriya Xweser her wiha da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve hêvîdarin Kurd li Êraqê mafên xwe yên rewa bidest bixînin û mada 140 ji desturê bi temamî bi rê û rêbazên demokratîk bête cîbicî kirin û Êraqê ji terorê bê rizgar kirin û hemû pirsêgirên wê bêne çareserkirin.

Rêvebiriya Xweser a Demokratîk li Rojava wekî din diyar kir ku ew amadene her cure alîkarî bidin, destê biratiyê û havkariyê dirêj dikin ta peywendiyên biratî yên di navbera Gelê Rojavayê Kurdistanê d eû Êraqê de serkeftî bin û ligel hev li bermeberî astengiyan û metirsiyên terorê yên gef li her kesî dixwe rawestin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket