Polîtburoya YNK`ê bi peyamekê serokkomar Dr.Fuad Masûm pîroz kir
kurdistani 04:47 PM - 2014-07-27Polîtburoya YNK`ê bi peyamekê serokkomar Dr.Fuad Masûm pîroz kir
Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi helkefta hilbijartina Dr.Fuad Masûm ji bo posta serokkomariya Êraqê peyamek da û Dr.Fuad Masûm pîroz kir.
Polîtburoya YNK`ê di peyama xwe de da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve bi helkefta hilbijartina Dr.Fuad Masûm weku serokkomarê nû yê Êraqê pîrzo dikin û hêvîdarin ew di nav ev helûmercên metirsîadar de, ya Êraq û navçe di nav de ye, ligel peywendiyên Hewlêr û Bexdadê, di erkên xwe yên serwer de serkeftî be.
Polîtburoya YNK`ê her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev siyemîne cara serokkomar li Êraqê ji Gelê Kurd tê dilbijartin û ev yek li gorî siyaseta rêkeftinê ya serok Mam Celal di navbera hêzên Kurdsitanê darijt û birêve bir encam da ku vê carê jî serokkomar ji para YNK`ê bû.
Polîtburoya YNK`ê wekî din spasî li serokê Herêma Kurdistanê û aliyên Kurdistanê bi gştî kir, ji ber ku ew ji aliyê xwe ve rijd bûn posta serokkomar a Kurd be û di nav Kurdan de ji para YNK`ê be, û da xuya kirin ku hilbijartina namzeteke Kurd ji bo posta serokkomariyê ji bo Kurd serfiraziyeke û di heman demê de erkek siyasî, desturî, dîrokî û serwere, bi teybet di nav helûmercên niha Êraq û naçe di nav de derbas dibe, ji ber destura Êraqê û prosa demokrasiyê û siyaseta lihevkirinê ya di navbera Kurd û pêkhateyên cuda de, ligel aştiya herêmî yekser li bermberî metirsiyên êrişên terorê û Baasiyan ve rû bi rû ne, ji ber vê çendê û di rewşeke wiha ya Êraqê de, divê peywendiyên di navbera Bexdad û Hewlêr û giraniya Êraqê li navçeyê û di nav welatên Ereb de ligel çareserkirina pirsgirêkan li ser hîma polîtîkeyek hevseng birêve biçe, em ji aliyê xwe ve dilniyane ku serokkomarê ji ber ezmûna xwe ya dem dirêj di nav partiya xwe de, hêz Kurdistanê, navçeyê û cêhanê de ji her kesî bêtir, di zanabûne polîtîka hevserng de ye, ku ji aliyê xwe ve serok Mam Celal xwedî par bû di danîna polîtîka hevseng de û ev yekî her kesî dilniya dike.
Polîtburoya YNK`ê baweriya bi serokkomarê nû dupat kir û jê daxwaz kir ku ji aliyê xwe ve li ser asta Êraq û Kurdistanê û navçeyê encamên ew hewildanên neyênî yên piştî ku serok Mma Celal nexweş ket derketin ji holê rabike û rê nede bûyerên siyasî û peywendiyên di navbera Kurdistanê û navendê de û hêzên siyiasî vegerin xeleka yekem û di nav pirsgirêkan de bimîn ne, û d xuya kirin ku bê dîtina çareseriyeke rasteqîne tu carî ev pirsgirêk çareser nabin.
Polîtburoya YNK`ê wekî din di dawiya peyama xwe de careke din serokkomar Dr.Fuad Masûm pîroz kir û da xuya kirin ku ta ew erkên xwe yên siyasî û desturî pêk bîne, bê guman dê YNK`ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide serokkomar.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Xanima Yekem banga bilindkirina rola jinan di medyayê de dike
09:42 AM - 2024-03-28 -
Guhertinên nav Ragihandinê ya YNK’ê dê bên pêkanîn
09:02 PM - 2024-03-27 -
Navenda Lêkolînê ya YNK’ê dest bi avakirina kapasîteya partiyê ya xwendina bilind kir
06:23 PM - 2024-03-27 -
Dîdara Silêmaniyê dê di meha nîsanê birêve biçe
12:24 PM - 2024-03-27
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 11:21 PM - 2024-03-28 Serok Bafil ji nûnerê Serokê Rûsyayê re: Em ê li pey çareseriya aştiyane bin
Serok Bafil piştrast dike: aktîvkirina hewlên ji bo derbaskirina zehmetiyan
10:34 PM - 2024-03-28
Serok Komar: Derengxistina mûçe bandor li rewşa jiyana herêmê kir
06:03 PM - 2024-03-28
Berdevkê YNKê: Me xwe û lîsteya namzedan amade kiriye
01:34 PM - 2024-03-28
Dema wergirtina lîsteyên namzedan hat dirêjkirin
12:38 PM - 2024-03-28
zortrin xwendraw
-
Dema wergirtina lîsteyên namzedan hat dirêjkirin
Kurdistan 12:38 PM - 2024-03-28 -
Xanima Yekem banga bilindkirina rola jinan di medyayê de dike
Kurdistan 09:42 AM - 2024-03-28 -
Berdevkê YNKê: Me xwe û lîsteya namzedan amade kiriye
YNK 01:34 PM - 2024-03-28 -
Serok Komar: Derengxistina mûçe bandor li rewşa jiyana herêmê kir
Êraq 06:03 PM - 2024-03-28 -
Serok Bafil piştrast dike: aktîvkirina hewlên ji bo derbaskirina zehmetiyan
Cîhan 10:34 PM - 2024-03-28 -
Serok Bafil ji nûnerê Serokê Rûsyayê re: Em ê li pey çareseriya aştiyane bin
Kurdistan 11:21 PM - 2024-03-28