Serokê Herêmê daxwaza nepejirandina sûkeyetiyê bi derhaqê ola Îslamî dike
kurdistani 08:38 PM - 2014-07-26Serokê Herêmê daxwaza nepejirandina sûkeyetiyê bi derhaqê ola Îslamî dike
Serokê Herêmê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ji tevahiya mislimanan daxwaza nepejirandina sûkeyetiyê bi derhaqê ola Îslamkir.
Di derbarê rûdaw û buyerên ku vê dawiyê li bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve li dijî cihên pîro yên Îslamê û yên Xirstiyanan, serokê Herêma Kurdistanê di peyameke xwe ya taybet di wê barê de, bi tundî şermezar dike û ji mislimanan daxwaz dike ku wê sûkeyetiya ku bi derheqê ola îslamî tê kirin nepejirînin.
Evê li xwerê deqa Peyamek Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ye:
"Piştî rûdawên ketina bajarê Musilê û kontrolkirina navçeyekî zêdeyê parêzgehên Musil û Selahedînê ji aliyê çekdarên terorîstan ve bû sedema koçberbûna sedanhezar hemwelatî û runiştvanên van navçeyan û niha ji navbirin û teqandina mezargeh û cihên pîrozên xelkê bajarê Musilê destpêkiriye. Reftarên bi vî awayî yên çekdarên terorîstan dijî hemû bingehên rewşt û ehleqî û bihayekî asmanî û însaniye û mîrasa dîrokiya vê bajarî û rewşa demografiya navçeyê dike armanc.
Gelek bi tundî teqandina mezargehê pêxember û şûnewarên pîroz û ev reftara nemedenî û şermezar dikin ku çekdarên terorîst li dijî olên asmaniyan û kultûr û dîrok û pîroziyên xelkê encam didin. Hêvîdarim misilmanên rastîn vê biçûkxistina mezin qebûl nekin û divê terorîst baca van tawanên mezin bidin".
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.07.2014
PUKmedia-KRP.org
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25