DAIŞ jinên kurd nas nake ... Suna TUNÇ
kurdistani 01:18 PM - 2014-07-26DAIŞ jinên kurd nas nake
Kobanê ev saleke û bi taybetî jî ji 2’yê tîrmehê ve ye di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de ye. Çeteyên dijminê mirovahiyê bi alikariya hêzên berjewendîperest li derdora Kobanê agirek vêxistinê û dixwazin di nav vî agirî de hemû nirxên azadiyê, demokrasiyê, bingehê pêkvejiyana gelan bişewitînin.
Çete pêşî dixwazin Kobanê paşê gav bi gav hemû Kurdistanê dagir bikin. Ji ber zîhniyeta wan a kevneperest di serî de jî dixwazin dergûşa mirovahiyê, warê xwedawendan ji bo hemû jinan bikin goristanek.
Lê bawer dikim çeteyên dest bi xwîn hîn gelê kurd û jinên azadîxwaz baş nas nekirine. Niha Kobanê bi jin û mêrên xwe, bi zarok û zêçên xwe, bi şervanên xwe yên ji tevahiya Kurdistanê li ber xwe dide Li hemberî tang û topên kujeran ger dayikên li Kobanê îro çek hildabin ser milên xwe, diyar e dê bi asayî negihîjin armancên xwe.
Belê di vê demê de yek ji tişta herî balkêş li Kobanê ji aliyê dayikên me ve avakirina tabûrek bi navê Şehîd Jîn bû. Dayikên 40-50 salî digotin bi keviran jî bimîne em ê nehêlin ev çete bigihîjin armancên xwe. Di rastiyê de ev ji bo me hemûyan bangawaziya tevlibûna şoreş û têkoşîna li Kobanê bû. Jinên ciwan ji bakurê Kurdistanê bangewaziya dayikan bihîstin û sînorên dagirkeran derbas kirin û di nav yekîneyên YPJ’ê de cih girtin.
Li Kobanê hin dayikan jî keçên xwe bi bavê wan re rêkirin eniya şer. Hinekan tevlibûna merasîma şehîdan ji bo xwe pîroz dîtin û bi tilîliyan şehîdên xwe ango zarokên xwe oxir kirin.
Dayikên aştiyê serdana birîndaran dikin û wan bi hestên germ ên dayiktiyê hembêz dikin. Li aliyekî din hinek jin ji şervanên li eniyê re xwarinê çêdikin, bi civînan gel der barê êrîşan de agahdar dikin. Li aliyekî din jî di xebatên çandî de cih digirin.
Û şervanên YPJ’ê , dibe ku zêde kes nizanibe, lê fermandara leşkerî ya Kobanê têkoşereke jin a ji Efrînê ye. Bi şev û roj li eniya şer digere. Di berxwedana Kobanê de gelek şervanên YPJ‘ê şehîd ketin. Min li şervanên YPJ’ê yên li eniya şer guhdar kir. Piranî ciwan bûn û xwediyê dilekî mezin bûn. Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo hemû gelan, çandan û baweriyan baş analîz dikirin. Li pêşeroja Rojhilata Navîn difikirîn û ji bo avakirina jiyaneke azad bi biryar bûn. Tirsa ku çete bi hovîtiya xwe dixwazin belav bikin di çavên wan de xuya nedikir.
Li aliyekî din dema li Bêrecûkê sînorên dagirkeran hat derbaskirin baskên şervanên YPJ’ê hebûna ew ê bifiriyana. Mîna erda ji tîna biterike û bigihîje avê, bi dilsozî behsa hestên xwe yên wê kêliya, bêwatebûna sînoran dikirin. Diyar bû baş fêm kiribûn ku di 19’ê Tîrmehê de derbaskirina sînoran pûçkirina Peymanên Lozan û Sykes-Pîcot bû.
Belê jinên li Kobanê ji ber ku gundên xwe bernedan bi topên kujerên DAIŞ’ê birîndar bûn, yan jî jiyana xwe ji dest dan. Hinekan ji bo cihê çeteyan bibe dojeh û ew jî heman êşan bijîn nifirkirin.
Bawer dikim ku nifirên dayikan qebûl dibin. Ev olperestên ku li serê mislimanên qenç jî bûne bela, êdî nefretek mezin a mirovên alîgirên jiyaneke birûmet û azad in qezenç kirine. Weke ku ew tim ji xwedê dixwazin wê tu carî nebin evdên xwedê yên tên hezkirin. Û bawer dikim ku weke jinên li Kobanê dibêjin bi keviran jî bimîne ew ê ev çete negihîjin armancên xwe…
PUKmedia/Azadiya welat
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24