“Saziyên siyasî jî dikarin bi PKK re hevdîtinan bikin”

kurdistani 12:17 PM - 2014-07-26
“Saziyên siyasî jî dikarin bi PKK re hevdîtinan bikin”

“Saziyên siyasî jî dikarin bi PKK re hevdîtinan bikin”

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye Beşîr Atalay ragihand ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de jibilî saziyên ewlehiyê, saziyên siyasî jî dê bi awayekî çalak rola xwe bilîzin.

Di çavpêkeftinekê li gel televîzyona TGRT ya Tirkî Beşîr Atalay aşkere got : “Em niha li ser nexşerêyekê kar dikin, nexşeya rê dê diyar bibe, jixwe gotûbêjek baş di navbera me û baskê siyasî ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) de heye, Ji bilî saziya MÎT`ê êdî saziyen me yên siyasî jî dê bi rêxistinê (PKK) re bikaribin hevdîtin bikin.

Atalay diyar kir ku; wan  kordînasyona vî karî daye wan, êdî ew jî dê di hevdîtina de hebin, êdî ev kar tenê li ser milê saziyên ewlehiyê nameşe û saziyên din jî tevlî vî karî bibin.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket