Serok Masûm: Ezê li ser şopa Serok Mam Celal bimeşim

kurdistani 05:42 PM - 2014-07-25
Serok Masûm: Ezê li ser şopa Serok Mam Celal bimeşim

Serok Masûm: Ezê li ser şopa Serok Mam Celal bimeşim

Serokkomar Fuad Masûm îro înê 25 /7 / 2014`e li Bexdadê pêşwazî li serokê hevpeymana nîştimanî ya Êraqê Îbrahîm Caferî kir.

Di hevdîtinê de heru aliyan derbarê pirosa siyasî de û qonaxa niha Êraq di nav de derbas dibe û erkên pêşerojê gotebêj kirin û nirînên xwe diyar kirin.

Ji aliyê xwe ve Dr.Caferî bi bona hilbijartina Dr.Fuad Masûm bo postê Serokkomariyê pîrozî li Dr.Masûm kir û da xuya kirin ku ew bi giştî piştgiriyê didin Serokkomarê nû û hêvîdarin ew di xebata xwe de serkeftî be.

Her wiha Serokkomar îro înê sibe li Bexdadê pêşwazî li serokê encumena bilind a Îslamî Amar El-Hekîm û şande digel de kir.

Di hevdîtinê de Amar El-Hekîm di serî de Dr.Fuad Masûm bi bona hilbijartina wî bo posta serokkomariyê pîroz kir û da xuya kirin ku ew ji aliyê xwe ve piştgiriyê didin serokkomarê nû.

Ji aliyê xwe ve serokkomar Dr.Fuad Masûm di hevdîtinê de tekez li ser wê yekê kir ku dê ew li ser şopa Serok Mam Cela bimeşe û dê hewl bide her dem di navbera aliyan de hevdengiyê biparêzê, û ti carî ne aliyek be li dijî aliyek din.

Her wiha di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa Êraqê û xebatên sazkirina hiokûmeta nû û astengiyên li pêşberî birêve çûna prisa siyasî derdikevine pêş nirxandin û şîrove kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket