Gelo strana herî kevin a cîhanê bi Kurdî ye?

kurdistani 02:21 PM - 2014-07-25
Gelo strana herî kevin a cîhanê bi Kurdî ye?

Gelo strana herî kevin a cîhanê bi Kurdî ye?

Straneke bi nivîsa berê hatiye nivîsandin ku bi navê "Beyta Hûrrî" tê binavkirin û tê texmînkirin ku beriya 3.400 salî hatiye nivîsandin, derket holê. Ev stran weke strana herî kevin a cîhanê tê zanîn. Ji bo şahjina  Ûgarît Nîkkal hatiye nivîsandin.

Strana ku li ser tableteke kîl a beriya 3.400 salî hatiye nivîsandin û li sîteya Ûgarît a niha li Sûriyê hate vedîtin, pisporan destpêkê ew keşif kirin, dûre jî veguherandin formata muzîkê. Vê keşfê nîşan da ku muzîk beriya Yewnanan jî hebû.

Her tişt di salên 1950'î de destpê kir ku arkologên Fransî li sîteya Ûgarîtê hin rêze tabletên ji kîlê keşif kirin. Ev tabletên di sedsala 14. a Beriya Zayînê (B.Z) hatibûn nivîsandin, bi zimanê Hûrriyan bûn. Arkeolog der heqê vî zimanî de hînê negihaştine encameke cidî. Hînê gelek ji wan zimanê Hûrriyan weke "zimanekî mirî" mirî dibînin, ku ev ziman ne Semîtîk e ne jî ji koma zimanê Hînt Ewropa ye. Der barê gelê Hûrrî de lêkolîneke berfireh û kûr nîne. Yên heyî jî, ji belgeyên bi rêya şaristaniyên cuda hatine peydakirin, pêk tên.

Di nava tabletên hatin dîtin de, nivîsteke muzîkî ya ji şopên çandeke kevin a beriya 3.400 salî, hat kifşkirin. Ji Zanîngeha Kalîforniyayê Asûrolog Profesor Anne Drafkorn Kilmer, li ser vê muzîka ji serdemeke din, demeke dirêj xebitî.  Muzîkolog ê Belçîkî Marcelle Duschesne-Guillemin jî beşdarî vê xebatê bû. Li gorî nêrîna serdest a heta roja îro, dihat fikirîn ku tu pîvaneke muzîkê ya beriya Yewnanan nîne.

Xebateke di sala 1963'an de hat weşandin nîşan dida ku gelên berê yên Rojhilat xwedî notayan bûn. Mîna pîvana di bingeha muzîka Rojava de cih digire, muzîkeke diyatonik a ji heft notayên bingehîn hebû. Li ser tabletan her çend nota gelekî baş hatine nivîsandin jî, tempo û rîtîm bi heman rengî nîne. Ji ber vê yekê yên dixwazin vê melodiyê derxînin holê, xwedî qadeke berfireh a şîrovekirinê ne. Yên ku stran şîrove kirin, ji vê stranê albumek jî derxistin. Album bi pere ye, lê belê beşeke ji vê albumê ya di înternetê de hat weşandin, mirovan der barê strana herî kevin a tê zanîn de serwext dike.

Her çend di roja îro de di lîsteyên muzîkê de di 50 rêzên destpêkê de cih nagire jî, beriya niha bi 3.400 salî straneke gelekî populer bû. Malpera Open Culture melodiya antîk di 8'ê Tîrmehê de weşand. Stran bi alavên muzîkê yên elektronîk hatiye şîrovekirin.

Strana mijara gotinê ji Şahjina Ûgarîtê, ji hevsera Xwedayê Heyvê Yarîkh ji Nîkkal re hatiye nivîsandin. Li vê stranê metnek jî hatiye zêdekirin. Di metnê de gazinên jineke ku zarok jê re çê nabe, cih digirin. "Xwedawend destûrê dide ji jin û mêrên hev re zarok çê bibe. Bavê wan destûrê dide. Lê zarokê bi tenê wê biqîre û bêje 'ew nebû xwedî zarokek bi tenê'. Çima weke hevjîneke rastîn min nekarî zarokekî bidim te?"

Her çend dîroknasên Rojavayî behsa Kurdan nekin jî, gelek çavkaniyên girîng Hûrriyan weke bav û kalên Kurdan qebûl bikin. Hûrriyên li Mezopotamya Jorîn û Zagrosan bicih bûn, li vê derê şahtiyek biçûk ava kirin. Tê zanîn ku Hûrrî Beriya Zayînê di hezarsaliya sêyemîn de derketine holê.

ji bo guhdarkirna mûzîka ku hatî vedîtin ave lînk: https://www.youtube.com/watch?v=-V2cfd9p-Tk

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket