HPG`ê: Artêşa Tirk li Serêkaniyê kemîn veda û ji 2 gelrîleyan agahî nîn
kurdistani 05:34 PM - 2014-07-24HPG`ê
Fermendariya biryargeha navendî ya Hêzên parastina Gel HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 21Tîrmehê de artêşa Tirk li Serêkaniyê li pêşberî yek ji yekîneyê gerîla kemîn danî û di encamê de pevçûnekê rû da ye.
Fermandariyê ev agahî dan: "Yekîneyeke me ya gerîla ku ji aliyê Fermandariya me ya Eyaleta Mêrdînê ve ji bo xebatekê hatibû wezîfedarkirin, di êvara 21'ê Tîrmehê de li Serêkaniya ser xetê, ketiye kemîneke hêzên ewlekariyê yên Tirk. Ji ber kemînê û destwerdana leşkerên li ser sînor, yekîneya me neçar maye şer bike. Di vî şerî de 2 gerîlayên me ji komê qut bûne, hevalên me yên din jî bi saxî vegeriyane baregehên xwe."
Serokatiya Fermandariya Giştî bi heman rengî, ji bo rastiya bûyera li Serêkaniyê berevajî bike bi daxuyaniyekê got ku ji Rojava hêzên Rojavayî (Hêzên YPG'ê) êrîşî wan kirine. Tu eleqeya vê bi rastiyê re nîne. Ya rast ev e, ku hêzên artêşa Tirk kemîn avêtine pêşiya hêzên HPG'ê û ji ber vê yekê şer derketiye."
Fermandariyê ragihandin ku heman rojê, hêzên artêşa Tirk ên li baregeha leşkerî ya Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê eraziya derdorê bombebaran kirine û got, "Dûre xwestiye li bejahiya gundê Herkî derkeve operasyonê. Li vê derê hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv dan û di encamê de bi çekên giran pevçûnek derket, hêzên leşkerî bêyî encamê bigirin xwe vekişandin."
Fermadariya di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev pêkanîn artêşa Tirk ne rasthatinên ji xwe ne bi vê yekê mecên agirbestê bin pê dike û artêşa ji Tirk ji bikar anîna agirbest weku defeketekê hişyar kir.
PUKmedia / ANF
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24