Balafireke rêwiyan a Cezaîrê peywendî ligel qut bûn

kurdistani 04:40 PM - 2014-07-24
Balafireke rêwiyan a Cezaîrê peywendî ligel qut bûn

Balafireke rêwiyan a Cezaîrê peywendî ligel qut bûn

Hêla ezmanî ya Cezaîrê ragihand ku peywendiyên wê ligel yek ji balafirên wê yên ji Borkîna Faso birêketiye qut bûye.

Hêla ezmanî ya Cezaîrê ragihand ku piştî balafir ji paytexta  Borkîna Faso,  Wagadogo îro pêncşemê 24 / 7 / 2014`e birêket bi 50 xulekî peywendî ligel qut bû, hate diyar kirin ku nêzî 110 rêwî li ser pişta bafirênê bêtirî wan ji welatiyên firansane, ji aliyê xwe yek ji berpirsên Cezaîrê ragihand ku peywendî ligel balafirê bi ser Malî ve qut bû û dibe ku ketibe xwarê.

Her wiha hate ragihandin ku balafir bi xwe yê Spanya`yê ye li ji bo hêla ezmanî ya Cezaîrê kar dike û ji tîpa Irbas-Ê 320`e.

Ji aliyê xwe ve Firansa jî bi mebesta  lêgerînê 2 balafirên şer rêkirin deverê û odeyeke rewşa awerte dirust kir.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket