Li bajarê Hesekê şer û pevçûn

kurdistani 04:11 PM - 2014-07-24
Li bajarê Hesekê şer û pevçûn

Li bajarê Hesekê şer û pevçûn

Li bajarê Hesekê îro pêncşemê 24 / 7 / 2014`e ji sibêve di navbera hêzên mîlîşya yên ser bi Baas ve ne û hejmarek ji komên çekdar ên nasnameya wan ne diyar de şer û pevçûnên giran  rû didn, her wiha hate ragihandin ku li ber avahiya Partiya Baas a li bajarê Hesekê otombêleke bombarkirî teyqiya û di encamê de bi kêmanî 10 kes hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve çavdêrên ji bajarê Hesekê ji PUKmedia yê re ragihandin ku; Li ber avahiya Partiya Baas a li kêleka avahiya ewlekariya dewletê ye otombêleke ku xwekujerekî dajot teqiya û di encamê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar ketin.

Her wiha hate ragihandin ku piştî bûyerê li kolanên derdorê di navbera hejmarek ji çekdarên rûgirtî û mîlîşya hêzên berevaniya nîştimanî ya ser bi Partiya Baas ve ne şer û pevçûnên dijwar derkatin ku di encamê de hejmarek ji alîgirên rêjîma Baas hatine kuştin, lê ne hate zanîn ka ew çekdarên rûgirtî kîne û bi ser kêvene.

Welatiyan ji aliyê xwe ve tekez li ser wê yekê kirin ku rewş li bajarê Hesekê aloze û bi teybet piştî ku hêzên rêjîmê li navarasta bajar hatin û çûn qedexekir.

PUKmedia / Îbrahîm Xelîl / Qamişlo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket